Ev navê berhema niviskarê bi dil û can Çiya Mazî ye. Ji çîrokên jiyana rojane, bi rexneyên di xwezaya çîrokan de û vejenîna rastiya civakî pêk tên. Rêzdar Çiya Mazî bingehê tûrikê xwe ji çanda dewlemend a derdora bajarê xwe Şemrexê dagirtiye. Her hewl dide ku hemû aliyên wê yên xemilî ragihîne. Bi vê hewlê ji helbestan ta lêkolînên çandî, ji çîrokên jiyana bi kulan dagirtî ta gotarên pirsgirekên civakîvejenînê her û her diafirîne. Ev berhema nav “Peyarêk” jî xemlek ji vê dewlemendî û jîriyê ye.
Di çîrokên wî de bi giranî çîrokbêj karekterê sereke ye û vegotina çîrokê ji devê karekterê sereke di forma kesê yekem “ez” de tê vegotin. Mirov navê karekter nabihîse, naxwîne û nizane, di dema xwendinê de mîna ku mirov bi xwe vebêje, jixweber karlêke li giyana mirov dike.
Di berhemê de heft çîrok hene, Her yek pirsgirêkeke civakê bi hevok û gotinên edilandî lê hêsan radigîhîne me. Bi zimanekî gelek zelal û herikbar nivîsiye. Mijare gelek balkêş in, mirovan bi xwe re dikişîne û dibe. Her xwinêr dikane jê çêjeke taybet wergire.
Rexneya min a bingehîn bi gişti li niviskarên Deşta Mêrdînê ye, yek li ser peyva „şêr“ ango peyva „şêr + în = şêrîne, her çendî di vê herêma me de wek şîrîn jî were têgîhîştin, di rastiyê de tenê tê wateya “kesê wekî şêr”. Rastiya vê “şîrîn” e. Yek jî mijara netarkirina zayendan e, ango di cihê zayendan (veqetandekan) de bikaranîne “î” ye, Dema her herêm formên aliyên xwe, yên li ser bingehê têkçûnên hin rastiyên ziman bi kar bînin, rastiya ziman û zanyariya ziman namîne. Divê ev “î” ya wek soranî bi navê netarkirinê zayendê dikuje neyê bikaranîn.
Naveroka Çîrokan.
1- Bîracî. Karekter kesekî salmezin e. Ji ber zordestiya dagirkeran hatî bajêr, li bajêr vedixwe, mal dişewite, malbat belav dibe, ew jî li kûçeyan dijî. Rojnamegerek, jêre bîrayekê tîne, dixwaze, jiyana wî binivisîne, ew tiştekî nabêje, tenê di xewjîna (xeyala) xwe de behsa çîroka xwe dike.
2– Misto: Çîrokbêj behsa kesê ne zewicî, bêmal û tim li gerê ye dike.
3– Faruqê Hemko Bedo. Çîrokbêj dostekî li ser facebookê dinase, hev dibînin û ew behsa xwe, neheqiya bavê xwe û dilovaniya diya xwe dike, ji ber pirsgirekên malbatê naxwaze vegere malê.
4– Mehmudek Hebû: Kesekî ser şêstî re, li Stenbolê bi tenê di maleke tiji pirtûk de dijî, behsa jiyana xwe ya rojane û bajarê Stenbolê dike.
5– Elîkê Cibo: Çîrokbêj çîroka Elîkê nijadermenî û tenêtiya wî dike, bi rêya mirina wî nakokiyên baweriyê bê kêmasî li ber çavan radixîne.
6– Rojnamexwende: Çîrokbêj behsa kesekî di bingehê xwe de xwendin û nivisandinê nizane, lê tim rojnameya bi zimanê xwe dikire û dike bêrîka şalê xwe yê dawiyê, dike.
7– Niqrîskên Gewriyê: Çîrokbêj jinebiyek e, behsa mêrê xwe û li pey mirina wî dijwariya jiyana xwe wek jinebî dike.
Çend hevok ji berhemê
Dewlemendiya kurdî li ber çavên me radixîne: “Di ku re zanin keriyê xezalan, revoyê hespan, boşê deveyan li wê newalê?” Rû:11
“Lê ax, ax mala bêxwedîtiyê bikeve, kevir li bêkesiyê bibe, qûç û bihedime û di bin de bimîne ev tenêbûn.” Rû: 25
“Ma mirov dikare bi zêrekî kenê bikire? Ma mirov dikare bi du bermîlên petrolê wekî maçîkirina keçikekê tehmê bistîne?” Rû: 29
Şiroveyek azadiyê ya taybet: “…ew azadi ye, digot, ew azadî ye ku mirov ji tiştekî ne bi gumana tirsê be û ne bê mafê peyvê be.” Rû: 50
“Dibêje; nebe koleyê kesî, ez jî bo kes nebe koleyê kesî dinivîsim.” Rû: 78
Nasnameya Berhemê
Navê berhemê: Peyarêk Şêwirgeha Tenêtiyê
Niviskar: Çiya Mazî
Berg: li ser zemîn zer wêneyê keseke dest rakirî.
Weşan : Weşanên Berbang, Stenbol 2013