Li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê Sera peykerê ku ji aliyê peykersaz Kamyar Heme Elî ve hatibu çêkirin doh hat danîn. Peyker bi alikariya koma Hunerê ya Dilxwaz û peykersaz Kamyar Heme Elî ve hatiye çêkirin.

Di merasîmê de berpirsyarê desteya rêveber a Mekteba siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar axivî û got, divê ji bo pêşxistina hunerê û girîngî dayîna hunerê hîn zêdetir zextê li Hikumeta Herêmê bikin. Piştî axaftinan ji bo kesên ku di amadekirina peyker de ked dane, hatin xelatkirin.

Peyker yê jinek şorêşgera Kurd e û bilindahiya xwe 3 metre ye. Di destê wê yê rastê de hêmaya rojê heye. Ev peyker 10’ê Hezîrana isal heya 3`ê Kanuna 2018’an, yanî di 166 rojan de hat amadekirin. Piştî ku xilas bû doh bi merasîmekî li ber derê Sera ya Silêmaniyê hat danîn.

 

SILÊMANİ/ROJNEWS