Peykertraşê bi navê Willard Wigan dibêje ku mirov ji vê xebata wî ‘bawer’ nakin. Mirovên zanyar karên wî dîtine û nekariye vê rewşê vebêjin û wiha pesnê xwe da: “Mivorên zanyar ên bi teknolojiya nanoyê re eleqedar dibin, dema karê min dît şok bûn. Lê ez vê jî dibêjim, heke kesek ku li ser rûyê erdê hebe û bixwaze bi min re bikeve pêşbirkê, ez amade me. Ka bînin!”

Çîroka peykertiraşê dîslektîk (xerabûna hînbûnê) Willard Wigan ji 5 saliyê ve dest pê dike. Wigan di vî temenî de ji morîstangan re malan çêdike. Wigan dibêje ku “Ez difikirîm ku ji bo ku morî bijîn divê maleke wan hebe. Piştre min ji wan re şewqe, cil û berg çêkirin. Ev der cihek bû ku ez ji dîsleksiyê birevim û mamoste min nedarizînin.”

Peykerên Wigan ku dirêjiya wan 0.005 mm ye, peykerên herî biçûk in ku di cîhanê de bi destan hatine çêkirin. Ev peykerên ku firehiya mîkroskopê de tên kifşkirin, ji bo ku mirov bibîne divê 400 caran mezin bikin û bi mîkroskopê bala xwe bidê. Wigan ji bo peykerên xwe amûrên wekî cam, zêr û qumaşan bi kar tîne û mûyekî porê xwe jî wekî firçe ji bo boyaxkirinê bi kar tîne, peykerê xwe yê yekemîn jî li ser etîketa tîşortekî çêdike. Wigan aşkera kir ku ji bo ku destê wî necirife, dem bi dem di navbera dil lêdanê de dixebite. Wigan da zanîn ku hostayên wekî Leonardo Da Vinci û Michelangelo gelekî bandor lê kiriye. Wigan ji bo afirandina peykeran carinan 6 hefte û carinan jî 3 mehan demê vediqetîne.  


 FRANKFURT