
Li bajarê Silêmaniyê peykerê nivîskarê Kurd Bextiyar Elî tê çêkirin. Peykertraşê ku wê peykerê Bextiyar Elî çêke sedema çêkirina peyker diyar kir û got: “Weke rêzgirtineke ji bo nivîskarê mezin ê Kurd ku romanên wî yek li pey ya din sînorên Kurdistanê derbas dikin û li cîhanê belav dibin, min biryar da ku peykerê wî çêkim. Ev demek e ku ez bi çêkirina vê peykerê re mijûl im. Niha li ber bidawîbûnê ye û tenê pêwîstî bi rûpoşkirinê heye. Peyker niha ji heriyê tê çêkirin û dûvre ez dixwazim rûpoşa wî bi bronzê bikim.” Nizar da zanîn, ku ev peyker 2 metre û 20 santîman bilind e.
SILÊMANÎ