Peykerê koledar, Churchill û sifr
Arianne Shahvisi nivîskareke bavkurd e li Ingilîstanê. Wê li ser peykerê ticarê koleyan ê sedsala 18’an Edward Colston di LRB’ê re nivîsî; li bajarê Bristolê çalakgerên li dijî nijadperestiyê û şideta bi destê polêsan, ev peyker beriya çendekê avêtin çemê bajêr. Pêr rayedarên dewletê peyker careke din ji avê derxistin. Li ser mijarê Arianne Shahvisi dibêje, “Gava ku Winston Churchill li dibistana destpêkê weke qehremanekî hat terîfkirin; pêşî ez fikirîm, şaşiyek heye. Bavê min Kurd e û li malê Churchill bi fikra xwe ya ji bo bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî Kurdan, tê nasîn*: Ez bi xurtî pê re me ku gazên jehrî li dijî eşîrên ne medenî bên bikaranîn...”
Paşê ew bi bîr dixe ku salên 90’î wê li dibistanê “qehremaniya” wî bihîstiye ku ew metelmayî hiştiye. Paşê jî ew Helebce û Enfalê bi bîr dixe û wiha dewam dike: “Mamosteya min Churchill weke rohnakkerê mutleq nîşan dide, û hingê diviyabû ez xwe bikim du parçe: parçeyê ku wê xwe bi ava qeşmeriyê berda û kêfa mamosteya jirêderketî bi xwe bianiya, û parçeyê din ê ku min dizanî yê rast e û wî parçeyî didît ku çîrokên din jî hene. Peyva ji bo binavkirina tişta mamosteyê ji me re digot, propaganda ye, û belkî ev awayê herî rast ê fêmkirina wan peykerên ticarên koleyan e li welatê ku dersa dîroka xwe ya kolonyal nade. Bi rastî jî ew yeka ku vê hefteyê gelek kesan îdîa kir ku divê em van zilamên mirî bibîrbînin ji ber xêrxwaziya wan, têra xwe raveker e.
... Avêtina pereyên (bronz) a nav bîran rêûresmeke kevin e, û dibe ku sedem ew be ku xisleta sifr a olîgodînamîk (pêkhateyeke bronzê ye) heye: ew bakteriyan dikuje û avê ewletir dike ji bo vexwarinê. Peykerê Colston 7 gazan bilind bû. Şerm e ku ew ji avê derxistin: ewqas bronzê di bin ava bendera Bristiolê de dibe ku ava Bristolê hinekî paqijtir bikira.”
* Brîtanyayê li dijî serhildanên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê salên 1920’an bi rastî jî sîlehên kîmyewî bi kar anîn. LONDON