Şevê din li parka Nalî ya Silêmaniyê perde li ser peykerê helbestvanê mezin ê Kurd, Nalî hat rakirin. Bi vê mebestê merasimek ji aliyê Komelgeya Perwerdeyê ya Margirêt û xwediyê peykerê Çinêr Nizar ve hat lidarxistin. Her wiha pêşengeha wêneyan a Herêm Cemal jî hat nîşandan. Gelek hunermendên bajarê Silêmaniyê beşdarî vê merasimê bûn.


Ji bo nasandina kesayetên Kurd wê hewl bidin

Rêvebera Giştî ya Komelgeya Margirêt, Mujde Ebas der barê mijarê de axivî û got: “Me wek Komelgeya Perwerdeyê ya Margirêt pêwîst dît ku em peykerê helbestvanê mezin Nalî çêbikin. Îşev jî li parka li ser navê wî, em perde li ser peykerê wî radikin.”

Mujde Ebas got: “Her wiha me pêşengehek jî nîşan da ku wêneyê gelek kesayetên naskirî, helbestvan, hunermend û rewşenbîrên Kurd tê de hene. Em hewl didin wek Komelgeya Margirêt ji bo nasandina kesayetên Kurd, çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.”

 

Helbestvan Nalî kê ye?

Nalî di navbera salên 1800-1856’an de jiyaye. Damezrênerê dibistana helbestê ya Baban e û yek ji helbestvanê herî mezin ê zaravayê Soranî ye. Nalî navê wî yê rast Xidir kurê Ehmed Şawês Begê Mîkayile. Li gundê Xakoxol ê deşta Şarezûr hatiye dinê.

Nalî hema ji zarokatiya xwe ve pirtûkên bi zimanê Farsî û Quranê dixwîne. Li bajarên Wek Sine, Sablax, Helebce û Silêmaniyê li gel, gelek mamosteyan perwerdê dibîne. Piştî bidawî bûna xwendina xwe, Nalî dibe mela û rewşenbîrek mezin ê serdema xwe. Derveyî zimanê Kurdî, Farsî, Tirkî û Erebî baş dizanî. Bi van zimanan helbest jî nivîsandiye. 



POLA PIŞDERÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ