BÎLAL GULDEM / MA / AMED
Habîbe Daşgin peykerên xwe yên ji têlan çêkirine niha bi pêşangeheke derdixe pêşberî xelkê. Daşgin got: “Peykerên têl hesteke rastî didin mirov. Êdî ez bi çavekî welê li têlan dinêrim, ez dibêjim têl dikarin bibin berhemekî hunerî.”
Habîbe Daşgin sala 2011’an piştî ku zanîngehê diqedîne tê li Amedê dest bi mamostetiya Çanda Dîn (Dîn Kulturu) dike. Pişt re jî eleqeya wê ji bo wêne xêzkirin û çêkirina peykeran zêde dibe. Ewilî dest bi çêkirina wêneyan dike. Pişt re li gel peykersazê ji Mahabadê Seywan Saedian dest bi perwerdehiya çêkirina peykerên metal û têlan dike. Daşgin par atolyeya peykersaziyê ya Saedian dewr girt û wê bi serê xwe dest bi çêkirina peykerên ji têlan kir. Daşgin li ser portreyên ji peykerên têlan dixebite. Nêzî salekê nêzî 18 peykerên ji têlan çêkir.
Daşgin piştî xebata xwe ya nêzî salekê di 8’ê Hezîranê de li Atolyeya A4 ku li Semta Ofîsa Amedê ye, berhemên hilberandiye bi peşengehekê derxist pêşberî vexwindiyên xwe. Pêşengeh wê heta 30’ê hezîranê vekirî be.
Têl li cem ehlê xwe rengê hunerî digirin
Daşgin têkildarî berhemên xwe axivî û wiha got: “Di çêkirina portreyên peykerên ji têlan de bi awayekî îfade heye. Dema tu lê dinêhirî hest û hîs heye. Ji bo min têl bi qîmet bûye. Dema ez têlekê li cihekî dibînim, êdî ez bi çavekî welê lê dinêrim, ez dibêjim wê ev çawa bibe berhemeke hunerî.”
Ez ji dil li ser karê xwe disekinim
Daşgin a sala 2011’an hatiye Amedê li ser xebata xwe ya hunerî dibêje, ez bi aweyekî cidî li ser karê xwe sekinîm. Seywan Saedian di warê peykeran de ez perwerde kirim. Ev pêşengeha min a ewil e. Niha min bi çêkirina peykerên têl dest pê kiriye. Peykerên têl pirr nayê zanîn. Hin însan dibêjin, qey ev huner afirandina min e, lê ne ya min e. Ev hunera peykerên têl li Ewrûpayê gelek heye.”
Ew pêşî di serê min de bi gewde dibin
Daşgin anî ziman ku ew li ser mijareke diyar nexebitiye û ji ber ku di vê qadê de nû ye bêtir li ser portreyên mirovan xebitiye. Daşgin destnîşan dike ku ew hêj di destpêka karê xwe de ye û wiha got: “Ev berhemên peşêngehê encama xebatên nêzî salekê ye. Ez ewilî modela wan di serê xwe de bi gewde dikim, li ser kaxizê xêz dikim û pişt re bi têlan çêdikim. Min xwest bi têlan tiştek cuda çêkim. Peykerên bi têl gelekî xweşik û zarîf xwe didin nîşandan. Ev peyker hinek wek xêzkirinê li dîwar disekinin, lê dema mirov ji nêz ve lê temaşe dike mirov dibîne ew peykerên têl in. Dema mirov lê mêze dike ne rastî ne, lê wek hest rastî ne, û mirov bi vê dihise.”