Bi taybetî bi Projeya Başûrêrojhilatê Anatolyayê ve ji Gola Xwê gola bendavê hate çêkirin û avhewaya wê di Peykerên Nemrudê de gelek guhertin pêk anî. Peykerên Nemrudê 40 kîlometre dûrî navçeya Kolikê ya Semsûrê ye û di 2 hezar 206 metre bilindahiyê de ye. Li vir hilatina rojê pir baş tê temaşekirin. Peykerên Nemrudê heta roja me ya îro hebûna xwe parsatine û weke 8’emîn mîrateya cîhanê ya herî xweşik tê hesibandin. Her sal bi hezaran turîst ji bo wan peykeran tên herêmê. Nemrud bi xweşikbûna xwe bûye „Mîrateya Çandê ya Cîhanê.“
Li ser van peykerên ku dîroknas bi awayeke rêkûpêk dişopînin niha nîqaşeke ku Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ji di nav de ye û dê vehûna dîrokî ya peykeran xira bike tê kirin. Gotinên Wezîrê Çandê Ertugrul Gunay a „bi şev ez nikarin razêm, heke ji min bê ez ê lehîfa xwe bibim bavêjim ser wan. Em ê peykeran daxin Kolikê û li şûna wan jî îmîtasyonan daynin“ bû mijara nîqaşê. Koordînatora Bernameya Pêşxistin û Parastina Nemrud Kommageneyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Nerîman Şahîn Guçhan û Midûkê Çand û Turîzmê yê berê Mahmut Arslan îdiayên balkêş anîn ziman.
Midûrê Çand û Turîzmê yê berê yê Kolikê Mahmut Arslan jî diyar kir ku wî ji Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul re name şandiye, lê serokomar diyar kiriye ku Peykerê Kral I. Antiochos Theos yê li lûtkeya çiyayê Nemrûdê dikeve qada gora birdariyê. Arslan, anî ziman ku wî îdiayên Serokomar lêkolîn kiriye û li ser projeyê rant tê xwarin. Arslan da zanîn ku karê siyaset û îmîtasyonê tê tevli hevkirin û wiha got: „Dixwazin karê projeya Îmîtasyonê bi fîrmayeyek Alman pêk bînin. Dixwazin ji dewletê 40-50 mîllyon dolar pere bigirin û îmîtasyona peykeran bigirin. Ev ranta siyasî ye. Niha kopya horoskopa şêr çêkirine Di tirmeha borî de anîbûn. Dê 168 hezar Euro li hemberi vê yekê bidin.
‘Aqûbeta Nano nayê zanîn’
Hîndekarê Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Teknîkêya Rojhilata Navîn Doç. Dr. Nerîman Şahîn Guçhan, jî anî ziman ku Çiyayê Nemrûdê ji aliyê UNESCO ve di „Mîrateya Çanda Cîhanê de“ hatiye bicihkirin û tescîla wan di 2010’an de hatiye wergirtin. Guçhan, anî ziman ku di sala 2010’an de ji bo li hemberî baran, ba roj û bahozê bê parastin biryar hate girtin. Guçhan, da zanîn ku hae gotin dê bi pergala „Parastina Nano“ bê parastin, lê der barê parastina aqûbeta Nano de tu agahî nehatiye bidestxistin.
DÎHA/SEMSÛR