Bexda embargo li ser şîrketên ku bi Kurdan re li hev dikin dideyne û niha jî tê mereqkirin ku wê Bexda li hemberî şîrketên mezin ên weke Exxon Mobîlê helwesteke çawa nîşan bide.
Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Iraqê Huseyîn Şehristanî ku gelek caran bi daxuyaniyên xwe dibe sedema bilindbûna rageşiya di navbera Bexda û Hewlêrê de ji rojnameya The Indenpendentê re axivî û diyar kir ku divê hemû peymanên petrolê yên li ser xaka Iraqê bi hikûmeta navendî re bêne morkirin. Şerhistanî diyar kir ku peymana Kurdan pêk anî yekpariya Iraqê dixe metirsiyê û destnîşan kir ku divê Exxon Mobîl peymaneke wiha mor neke.
Hikûmeta Iraqê beriya niha jî bi awayeke lezgîn li hemberî şîrketên ku peymana petrolê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê mor kirin, danekirin dabû destpêkirin. Hikûmeta Bexdayê Exxonê bi derxistina ji herêma 1 a petrola Kûrna Rojava tehdît dike. Bi ya rayedarên Iraqî, piştî xebatekê şîrketa Royal Dutch Shell dikare cihê Exxonê bigire.
Lê gê gotin ku Exxon ji peymana Kûrnaya Rojava ne razî ye û ji ber wê jî hikûmeta Iraqê tune hesiband û li gel Kurdan peyman best.
Li gorî daxuyaniyên Şehristanî di nava peymana Exxon-Kurdan de sê herêmên ku serdestiya wan di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de cihê nakokiyê ye, jî hene. Piştî ku mudaxeleya sala 2003 ya DYE’yê, hêzên Herêma Kurdistanê li hin herêmên Kurdistanê serdestiya xwe saz kirin, lê belê ev herêm ji aliyê hikûmeta Iraqê ve weke yên Kurdistanê nayê naskirin. Bi ya Şehristanî ev peymana di navbera Kurdan û Exxonê de ji bo van herêman nabe.

Li Kerkûkê bargehên leşkerî 
Mijareke din ku cihê nakokiyê heye, ew jî ew e wê piştî vekişîna leşkerên DYE’yê kî van herêmên bi nakok bibin. Di meha borî de DYE’yê xwestibû baregehek a leşkerî ya li Kerkûkê radestê Iraqê bike, lê ev yek ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Kurdan ve hatibû astengkirin. Piştî ku hikûmeta Iraqê soza wê yekê da ku wê ev baregeh ji bo armancên sivîl bêne bikaranîn, krîz bi dawî bû.

Barzanî: Kerkûk Rûmet e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna dayî Reutersê de, der barê herêmên ‘veqetandî’ de jî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji meseleya Kerkûkê ber nade û wê berdewam bike. Barzanî got; “Me di vê pirsgirêkê de nermiyê nîşan daye. Gava ku me madeya 140 hate pejirandin, tu gumanên me li ser van herêman tune bû, ew herêm bi temamî Kurdî ne.”
Barzanî diyar kir ku çarenûsa Kerkûkê bi pêkanîna maddeya 140’ê ve girêdayî ye, ger ev bê pêkanîn, ev pirsgirêk jî çareser dibe û wê gelê Kerkûkê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike. Barzanî got; “Em bi tu awayî dest ji Kerkûkê bernadin. Eve meseley nasname, şeref û rûmetê ye, em çawa dikarin dest jê bedrin? Meseleya petrol û gazê jî meselyeke din e. Divê her tim bi hev re neyên girêdan.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Victoria Nuland diyar kir ku divê şîrketên lêgerîna petrolê pêşî ligel hikûmeta Federal a Iraqê peymanê mor bikin, an ne wê ev yek bibe sedema tevlîheviyên metirsîdar. 

ANF/LONDON