Yek ji mezintirîn pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevnekirina li ser şandina petrolê ye. Bi taybet Cîgirê Wezîrê Kar û Barên Enerjiyê yê Iraqê Huseyîn Şehrisatanî di pirsgirêka petrolê de gelek caran dibe sedema nakokiyên kûr ên di navbera her du rêveberiyan de.
Beriya demekê, Michael Howard ê ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji rojnameya Financial Times re axivî û diyar kir ku di çarçoveya peymanên di meha bihurî de hatine morkirin de, wê Exxon li herêmê li 6 cihan li kanzayên petrol û gaza xwezayî bigere.
Li gorî agahiyên ku Howard got; “Rêveberiya Kurdistanê di van demên dawiyê de bi gelek şîrketên mezin re ji bo lêgerîna petrol û gaza xwezayî hevdîtin pêk dianî. Di dawiyê de Exxon Mobil rayeya lêgerîna petrolê bi dest xist.”
Lê belê, piştre ev peyman hatin betalkirin. Li borî agahiyan Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Victoria Nuland diyar kir ku divê şîrketên lêgerîna petrolê pêşî ligel hikûmeta Federal a Iraqê peymanê mor bikin, an ne wê ev yek bibe sedema tevlîheviyên metirsîdar. DYE’yê bi vî awayî riya morkirina peymanên şîrketên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê, girt.
ANF/HEWLÊR