NESRÎN ELÎ / ANHA/HESEKÊ

Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji bo bersivdayîna pêdiviya bi mamosteyan a li dibistanên destpêkê, navîn û amadeyî, peymangeh bi dewreke sereke rabûn. Ev peymangeh niha vediguherin akademiyên branşan.

Peymangehên kantona Hesekê piştî bidawîkirina dewreya perwerdeyê ya sêyemîn dê veguherin akademiyên branşan.

Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û rizgarkirina hemû herêmê ji rêjîma Sûriyeyê, rêveberiyên Xweseriya Demokratîk li hemû bajarên Rojava hatin ragihandin û saziyên wê yên xizmetguzarî hatin vekirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peymangehên zimanê kurdî vekirin û amadekariya mamosteyan kir.

Armanc ji vekirina van peymangehan ne tenê amadekirina mamosteyan û belavkirina wan li dibistanan e, lê belê nasandina civakê bi ziman, çand, çawaniya avakirina pêşerojê ji nifşên nû re, belavkirina fikrên rast û dirust û avakirina mirovên demokratîk ku civaka xwe bi hemû reng, pêkhate û baweriyên xwe qebûl dike.

Peymangehan mamoste gihandin

Di vî warî de peymangeh, desteyên perwerde û fêrkirinê yên Rojava û Tevgera Civaka Demokratîk gelek xebat meşandin. Peymangehan hezar mamoste ji branşên cuda re amade kirin. Ji aliyê xwe ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê û TEV-DEM’ê materyal ji bo hemû astên xwendina seretayî, navîn û amadehî amade kirin.

Li kantona Hesekê 6 peymangeh hatine vekirin: Li Hesekê Peymangeha Şehîd Çiya ya li taxa li Salhiyê û Şehîd Tîrêj ya taxa Til Hecer. Li navçeya Serêkaniyê Peymangeha Şehîd Elî Şêx Dawûd. Li bajarokê Zergan Peymangeha Şehîd Reşa. Li navçeya Dirbesiyê Peymangeha Şehîd Roza Cûdî û li navçeya Til Temir Peymangeha Şehîd Jiyan.

Li gorî materyalê perwerdeyê hatin amadekirin

Di destpêka vekirina peymangehan de, perwerdekar 3 mehan li ser materyalên seretayî hatin perwerdekirin. Piştre li dibistanan hatin belavkirin. Mamosteyan li gel dewamên xwe li dibistanan, êvarê tev li dewreyên perwerdeyê dibûn.

Piştî amadekirina materyalên navîn û amadehiyê, dewreyên havînê ji bo amadekirina mamosteyên pêwîst hatin vekirin. Mamosteyên dibistanên navîn piştî bidawîkirina dewreyê, beşdarî ezmûnan bûn û her yek li gorî asta xwe hatin tayînkirin. Her wiha bi hezaran mamosteyên amadehiyê ji ezmûnên ku Desteya Perwerde û Fêrkirirnê ya Bakurê Sûriyeyê amade kiribûn, derbas bûn. Bi sedan mamoste hatin hilbijartin û her yek li gorî branşa xwe hat peywirdarkirin.

Êdî erka zanîngehan e

Hevserokê Rêveberiya Peymangehên Kurdî ya Kantona Hesekê Raman Hesaf diyar kir ku ji bo bilindkirina asta mamosteyan, piştî derçûna dewreya 3’yemîn di 9’ê Îlonê de dê hejmarek xwendekaran bişînin Zanîngeha Rojava.

Hesaf diyar kir ku biryara girtina peymangehan piştî bicihanîna hewcedariya dibistanan ji mamosteyan hat.

Hesaf teqez kir ku ji ber girîngiya pêngava heyî, nêzîkbûna derçûna xwendekarên Zanîngeha Rojava û bikaranîna materyalên akademîsyen di perwerdekirina xwendekaran de li gorî asta berpirsyariyê di fêrkirina zarok û xwendekaran de bibin, dê peymangehên Hesekê ji akademiyan re bên veguhestin.

Di dawiyê de Hesaf diyar kir ku xwendekarên ku ji bo zanîngehê hatin qeydkirin dê di beşên ziman û wêjeya Kurdî, erdnîgarî, dîrok, fîzîk, kîmya, bîrkarî û zanista jiyanê de bixwînin.