HEMÎD EL-ELÎ / ANHA / REQA

 

Peymangeha Zanistên Perwerdeyî ya Ciwanan a li gundê El-Hikumiyê yê girêdayî bajarê Reqayê 5 dewre bi dawî kirin. Peymangehê niha jî dest bi dewreya 6’emîn bi beşdariya 37 ciwanên Reqa û gundewarên wê kir.

Piştî ku çîna ciwanan hatibû paşguhkirin, peymangeh hewl dide asta ciwanan bi pêş bixe. Peymangeha Zanistên Perwerdeyî ya Ciwanan a li Mezret El-Hikumiyê ya gundewarên bakurê Reqayê, di 16`ê Îlona par de bi armanca perwerdekirina ciwanan, bipêşxistina wan ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad, û da ku ciwan bi rola xwe ya çalak di civakê de û di bipêşxistina wê de rabin, hate vekirin.

 

37 ciwanên din

Ji destpêka vekirina wê ve, ji peymangehê 5 dewre bi beşdariya 200 ciwanên ji Reqa û gundewarên wê, derçûne. Beriya vê bi çend rojan peymangehê dewreya 6’emîn bi beşdariya 37 ciwanan vekir. 24 ji wan kur in û 13 jî keç in. Dewre wê 40 rojan dewam bike. Di dewreyê de dersên fikrî, zanistî û çandî û her wiha dersên pratîk girêdayî fêrkirina bikaranîna kamera û kompûterê dê bên dayîn.

Rojeke dewreyê saet 6:00’an bi sporê dest pê dike. Piştre ciwan bi hev re taştê dixwin. Ders saet 8:00’an dest pê dikin û heta 11:00’an didomin. Piştre navbera nîvro dest pê dike û heta 13:00’an piştî nîvro didome. Paşê ders dest pê dikin û heta saet 4:00’an didomin.

Piştî bidawîbûna dersan, ciwan li hev rûdinin û li ser dersan nîqaşê dikin. Li derveyî dersan belgefilm tên pêşandan ûş carinan semîner jî tên lidarxistin.

 

Xurtkirina vîna ciwanan

Têkildarî mijarê hînbera bi navê Rîhab Remadan El-Şîxan got, “Ji bo ku ez kesayeta xwe xurt bikim û bi rola xwe bi awayekî çalak di civakê de rabim, ez beşdarî dewreyê bûm. Bi vî awayî min ji xwe re bi taybet û ji bo jinan bi giştî rêyeke nû di rêya azadiyê de xêz kir.”

Girêdayî heman mijarê endamê rêveber ê Peymangeha Zanist û Perwerdeyî ya Ciwanan, Ehmed Osman got, “Armanca me ji van dewreyan zanakirin û xurtkirina vîna ciwanan a serketî ye. Ji ber ku ciwan bingeha avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk in. Ez pêşniyazê li ciwanên Reqayê dikim ku ji bo ji nû ve bajarê xwe ava bikin, beşdariyê bikin li karên akademiyan.”