
‘Xwedê emrê zarokên min bide we, hûn dizanin bê hûn çiqas ji vî welatî re girîng in!’ Ev gotin a mirîdeke dîktatorê Tirk e, û kir ku çîrok û serhatiya ez ê ji we re qal bikim anî bîra min.
Wekî tê zanîn rojên dawî yên Hîtlerî bûyîne mijara gelek berhemên hunerî û lêkolînî. Ji wan ya herî balkêş jî li gorî min fîlmê bi navê “Ketin” e.
Di fîlm de rojên ber bi dawiyê yê dîktatorê herî dijwar yê dîroka mirovahiyê ji çavên jinekê kêlî bi kêlî hatiye veguhestin. Fîlm ji aliyê pisporên sînemayê ve û her wisa ji aliyê lêkolînerên serdema Nazîzm û Hîtlerî ve jî pir erênî hat dîtin. Di fîlm de dîktatorê ku tevahiya Ewrûpayê dagir kiriye û heta Moskow xwe gihandiye û weke senteza tevahiya faşîzma cîhanî mora xwe li dîrokê daye derdikeve ser perdeya spî. Lê serlehengê babetê ku bi gotinekê cîhan dihejand û li parzemanî dibû sedemê erdhejê êdî nemaye. Êdî mirovekî tengav, wendakirî, xeyalşikestî û poşman heye. Di hind dîmenan de mirov xwe bi zorê radigire, nexwe dike ku dilê mirovî pê bişewite. Li gorî wî îxanet lê hatiye kirin. Çima? Ji ber ku gelê Elman karê xwe baş nekiriye û ew gelê ku bi ser nekeve, misteheq e ku di bin bombeyên dijminan de jî canê xwe bide. Poşman e, gelo ji ber kuştina milyonan mirovî ye? Na. Ew poşman e ku generalên xwe bi dar ve nekiriye. Eger wisa kiriba wan jî wê mîna generalên Stalîn serkeftin jê re bianîna.
Helbet serpêhatî û çîroka Hîtler û Naziyan gelek caran bi awayên curbicur hatine xwendin û temaşekirin. Lê ya ku di vê serdemê de bala mirovî dikşîne jî wekheviya di navbera pergalên faşîst yên kevin û nû de ne. Mêzînin; pergala faşîst a Tirk jî mirovên xwe, karakter û mirîdên xwe ava kirin.
Di bernameyeke zindî ya li Tirkiyê de jinek derdikeve û ji dîktatorê xwînxwar re dibêje: “Xwedayê mezin emrê zarokên min ji wan bistîne û bide we. Hûn dizanin bê hûn çiqas ji bo vî welatî girîng in?”
Di rojên dawî de Hîtlerî jî ji derdora xwe re digot: “Hûn dikarin biçin.” Heta ji Eva Braun ku weke hevjîna wî tê zanîn re jî dibêje, lê ew red dikin. Bi canfedayî bi ‘fûhrer’ ango pêşengî ve girêdayî ne. Li gel ku dizanin dawiya çîroka wan hatiye û ew dê sedîsed bimirin jî dev ji pêşengê xwe bernadin. Bi wê tenê ve jî namînin, jiyana zarokên xwe jî jê re gorî dikin.
Yek ji wan dîmenên herî sawdar, sosret û dijwar jî encama wezîrê propagandayê ya Nazîyan Paul Joseph Goebbels e. Gobbels yek ji mirovê herî nêzîkê Hîtler e û di asteke bilind de wî dihebîne. Wekî tê zanîn di serkeftina pergala Naziyan de rista wî jî pir girîng e. Gava ji wan re teklîfa derketina ji Berlînê dibin. Bertekên tund didin nîşan. Nexasim jina Gobbels ku ji Hîtler re dibêje: “Piştî te em ê çi bikin? Em ê jiyanake bê te çawa bijîn û qebûl bikin?”
Eger babet bi tenê jiyana Gobbelsên hevjîn bûya, ne xem bû. Lê bêbextan xwediyê şeş zarokan bûn. Şeva dawiyê ku êdî ji her aliyê ve diyar bu ku rê li ber wan nemaye. Dayîk Gobbels bi destê xwe her şeş zarok jî bi dermanê jehrîn kuştin. Piştre mêrê wê ew kuşt û wî bi xwe jî întihar kir. Cesedên wan jî li gel yên fûhrerî şewitandin.
Pir zehmet e ku mirov xwe li hemberê dîmenên jehrdana wan zarokan rabigire.
Lê rêgez ew e, qanûn wisa ferman dike. Jiyanake bê dîktatorî çawa ku ji bo dê û bavî ne pêkan e, li gorî wan ji bo zarokan jî wisa ye. Helbet ew kesên ku jiyaneke bê pêşengî qebûl nedikirin ne tenê kesên li derdora dîktatorî bûn. Li gelek deveran bi sedan kesên din jî gava nûçeya mirina wî dibihîstin bê yî ku kêlîkek jî hizir bikin gule bera nêv devê xwe didan û xwe dikuştin.
Di vê babeta jina Tirk a ku xwe û zarokên xwe gorî Erdoganî dike de xala balkêş babeta dayîktiyê ye. Di mercên asayî de baş tê zanîn ku ne tenê mirov, sewalên mê jî li ser çêlîkên xwe mirî ne. Di gelek çîrok û serpêhatiyan de ev babet hatiye bikaranîn û nexşandin. Carna mirîşkek li hemberî pisîk û kuçîkan çûçikên xwe diparêze, carna jî heywanên din derdikevine ser dikê.
Ya rastî gava mirov dêna xwe dide wan jinên ku di destê faşîstên Tirk û yên dewleta îslamî de hinde vegeriyane hizra wehşetê, mirov matmayî dimîne.
Bi hêviya ku encama Gobbelsan bibe para dîktatorên Tirk jî û mîna civaka Elman ew jinên bi hestên barbarî hatîn kedîkirin li cîhanê nemînin.