Dema mirov berê xwe dide Sûrê, erê nexasim Sûrê…, dema mirov berê xwe dide Cizîrê û Silopiyayê, tişta ez dibînim qehremaniyên herî mezin ên miletê Kurd in. Bila ti kes xwe nexapîne, ev berxwedan wê siberoja Kurdan diyar bikin. Ew in yên ku wê hebûn û xwebûna miletê Kurd di paşerojan de ava bikin û misoger bikin.

Ew ciwanên ku li dijî artêşeke mezin dikarîn ji artêşên sedhezaran bêhtir li ber xwe bidin, ev milet wê her deyndarê we be, lewma we di bêgunehiya doza azadiyê de bedenên xwe bi xwînê şuşt û ji bo siberojê mîrateya berxwedanê û xwedîderketina li azadiyê ya herî pîroz hişt. 

Ji vir ez ê berê xwe bidim peyvan/dîskursan. Diskurs/peyv weke amûrên înşakirina têgihiştinê û amûrên seferberkirinên siyasî û civakî bêguneh nînin. Nexasim dema ev peyv ji aliyê hêzeke siyasî di çarçoveyeke projeyeke siyasî de hatibin hilberandin. Roja me ya îro ti hêza siyasî nîne ku bi vê nizanibe. Ango her hêza siyasî dizane ku peyv/dîskursên wan tesîrên şênber dikin li ferd, civak, tercîhên wan ên siyasî û helwêstên wan ên seferberiya siyasî û civakî. 

Bi vê zanînê ku paşxana encamên li jêr e ku ez behsa wan dikin, ez dikarim bibêjim, qisûr û kêmasiyên siyaseta legal a Kurd (pêkhateyên wê hemû) di heman demê de berpirsiyar e ji encamên şerê heyî li navçeyên Bakurê Kurdistanê. Bi hizra min, dema ku miletek bi ciwanên xwe ji hêzeke desthilatdar qut dibe û dest bi xweparastinê dike, diviyabû siyaseta Kurd tevî partiyên siyasî HDP, DBP, rêxistinê sîwan ên weke KCD û pêkhateyên wê beriya her tiştî di çarçoveya heq û neheq de li meseleyê binihêriya. Ango dîskursên nerewakirinê belav nekirana. Lewma encamên vê dîskursê demobîlîzasyona civakî û siyasî ya li Kurdistanê bû. Vê demobîlîzasyonê kir ku Ferqîn bi tenê bimîne, paşê kir ku Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbîn bi tenê bimîne. Bi ya min ti sedem rewa nake tenêhiştina van berxwedanên dîrokî. Divê tevgera Kurd li sedemên vê kêmasiyê baş bihizire û lê binihêre ka çi bû sedema vê yekê.

Çi kir ku em ji zarokên xwe re yên ku beriya 6-7 salan kevir diavêtin hûtên hesinî yên dagirker, îro li pişta bend û xendekan xwediparêzin, bibêjin, em rêbaza we erê nakin? Ji bo bersivdayînê wê gelek rê hebin. Ez vê li aliyekî dihêlim û behsa nivîseke min nû xwendî ya Michel Lezenberg bikim li ser “Kurdên Spî”. Lezenberg behsa wê yekê dike ku li Bakurê Kurdistanê piştî sala 1999’an êdî hêzeke tevgera Kurd jî çêbû ku tesîrê bike li parvekirina derfetên aborî. Bi vê re jî beşeke civaka Kurd a nû peyda bû ku ew li şûna navên burjûva, çîna jorîn tercîh dike navê “Kurdên Spî” li wan bike. Bi cih bûna van li mekanên mîna Rêya 75 yan jî Dîclekentê (gerçî meyleke giştî ya ji Sûrê ber bi Baxlar, ji wir ber bi van cihên navbirî, her heye weke livûlebateke civakî a ji xizanî ber bi dewlemendiyê ve diçe) bi serê xwe gelek tiştan dibêje, ku qismî dor jî li xwe girtin û hîsar bûne.

Belkî mirov berê xwe bide cihê vê çîna nû ya “Kurdên Spî” û her wiha cihê çîna navîn a nû peydabûyî li bajar û navçeyên Kurdistanê di diyarkirina siyaseta tevgera Kurd de. Muhtemel e analîzên bi vî rengî karibin rê vekin li ber hizirîna li ser stratejiyên întegrekirina vê çînê/van çînan di nav berjewendiyên giştî yên gelên Kurdistanê de.