Peyva ‘Heval’ jî êdî ji bo dewleta Tirk delîla endamtiya PKK’ê ye.

Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku ji alî dewleta Tirk ve hatî girtin, Bariş Polat ji ber hevalên xwe yên xebatê bi peyva ‘Heval’ xîtab kiriye, bi “Endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin.   

Bariş Polat 12’ê Nîsana 2018’an li Termînala Otobusa Dîlokê hatibû binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di îdîanameya Polat de, îdîa kir ku “Endamê rêxistinê” ye. Di îdîanameyê de, hevdîtinên telefonê yên Polat bi hevalên xwe yên xebatê ji bo belavkirina rojnamê kirin sûc hatin dîtin. Di heman demê de, ji ber ku Polat di hevdîtinên kirin de ji bo hevalên xwe yên xebatên gotiye ‘Heval’, weke “Di hiyerarşiya rêxistinê de, terîmeke ku tê bikar anîne” hat nirxandin.

Nûçe şandin jî sûc e!

Her wiha sûcekî din ê Polat ev e ku nûçeya 27 kesên li bajêr hatin binçavkirin û daxuyaniya çapemeniyê ya Meclîsa 78’an a ku li Dîlokê, şandiye rojnamê. Ev yek jî wekî sûc hatin qebulkirin û Polat bi vê yekê bi “Endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin.

 

DÎLOK