Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan pêr êvarê di bernameya Politik Alan a Med Nûçe de axivî û mijarên di rojevê de nirxandin. Kalkan bal kişand ser berxwedana gel li Bakûrê Kurdistanê û da zanîn ku Erdogan dixwaze HDP’ê bipelçiqîne, ji ber ku Kurd û HDP li pêşiya daxwazên wî astengiya herî mezin in.
Duran kalkan dubare got, gelê Kurd li hember zextên AKP’ê wê serî natewîne û ew ê heta azadî û serketinê li ber xwe bidin.
Kalkan bal kişand ser bûyerên li Sûriyê û got, “ti lihevkirineke Kurdan bi Rûsya re nîne, armanca Rûsya ne şerê li dijî DAIŞ’ê ye, ew dixwaze ji xwe re rolekê bibîne.”
Guhertinên demokratîk li Başûr
Kalkan di dewama hevpeyvîna xwe de da dazanîn ku hemû bûyerên li Rojhilata Navîn wê tesîrê li Başûrê Kurdistanê jî bikin û pêwîst e Başûrê Kurdistanê ji her cure guherîn û veguherîna demokratîk re vekirî be.
Kalkan bal kişand ser cêwaziya nêrînên wan û PDK û got: “Niha jî di navbera me û PDK’ê de nêrînên cuda hene. Lê belê di pêvajoyeke bi vî rengî de ji bo derbaskirina van nakokiyan bûyerên girîng hene. Her du partî jî di wê baweriyê de ne ku pêwîst e cudahiyên di nêrînên xwe de bi diyalog û nîqaşan çareser bikin. Ji bo wê jî peywendiyeke bê hevdîtin, bê nîqaş, aloz û bi pevçûn di navbera PKK û PDK’ê de nîne û wê nebe jî.”
‘Em fermandariya hevbeş a gerîla û pêşmerge bikin yek’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li PDK’ê kir ku bi ruhê Kobanê ji bo yekîtiyê têbikoşe û wiha pêde çû: “Em dibêjin werin em kongreya neteweyî çêkin. Fermandariya hevbeş a gerîla û pêşmerge bikin yek. Bila di her çar parçeyên Kurdistanê de hêza parastinê ya hevbeş hebe. Fermandariya hevbeş dikare vê hêzê birêve bibe û Kurd wek hêzeke bi îrade bikarin ji nûve li Rojhilata Navîn siyasetê bikin.”
Duran Kalkan di dawiya axaftina xwe de jî ji PDK’ê xwest ku careke din peywendiyên xwe bi AKP’ê re di ber çavan re derbas bike û got: “Divê PDK destekê bide siyaseta Demokratîk a li Bakûrê Kurdistanê. Ez bang dikim bila tevlî bloka demokratîk a HDP’ê bibe.”