Fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengalî diyar kir ku PDK, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê, bi pîlaneke hevpar tevdigerin. 

Fermandarê YBŞ’ê diyar dike ku êrîşên li dijî Şengalê di encama pîlaneke hevpar de pêşdikeve û got: “Ev êrîşên li dijî Şengalê di çarçoveya pîlaneke hevpar de bi pêş dikevin. Lê, ev êrîş wê ti carî encamê negirin. Yê bi ser keve dê gelê Êzîdî û hêzên wê yên parastinê YBŞ û YJŞ bin.”

 ‘Çeteyên DAIŞ’ê şikestin’

Tîrêj Şengalî beriya dest bi axaftina xwe bike cejna hemû gelên Rojhilata Navîn û ya gelê Kurd a Newrozê pîroz kir û got, “Çeteyên DAIŞ’ê dîsa hewl dan êrîşî Şengalê bikin. Şeva 20’ê Adarê diqulibe 21’ê Adarê, nîvê şevê, ji gundê Tewrayê ve êrîşî çeperên me yên Skînê û Hayala kirin ku beriya niha hatibûn rizgarkirin. Hêzên me bi awayekî bi bandor bersiva van êrîşan dan. Şer bi dijwarî heta nîvrojê dewam kir. Çete li hember vê berxwedana me tengavbûn û ji gundên derdorê alîkarî xwestin. Çeteyan bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî me kir. Lê, di encama berxwedaneke bihêz a hêzên me de wendahiyên zêde dan û şikestin. Biqasî ku me zelal kir di encama van êrîşên wan de 11 ji wan hatin kuştin lê hêjmara birîndar û kuştiyên wan texmînî dibe ku zêdetir jî be. Di êrîşan de roketeke bi tîpa Dron û balafireke keşfê ya bombeavêj ya çeteyan jî ji aliyê şervanên me ve hatin xistin. Ji ber ku hevalên me hewan û çekên giran bi bandor bi kar anîn, gelek çeperên çeteyan hatin ruxandin. Dîsa 4 maşîneyên wan hatin derbkirin ku nekarîn êdî bi kar bînin. Êrîşên çeteyan, ber bi êvarê ve bi temamî şikestin û çete bi paş ve kişiyan.”

 'Ev êrîş di encama pîlaneke hevpar de pêk tên'

 Fermandarê YBŞ’ê diyar kir ku armanca êrîşan a di vê pêvajoyê de ji holê rakirina deskeftiyên Êzidiyane û wiha pêde çû: “ Roja 3’ê Adarê komên çete yên ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve hatine rêxistinkirin, navçeya Xanesorê dagirkirin. Ji lewma di demeke wisa de êrîşkirina çeteyên DAIŞ’ê ya ser Şengalê jî manedar e. Ev êrîş di encama pîlaneke hevpar de pêk tên. Ne pêkan e ku em van êrîşan ji hev qut bibînin. Dema li Xanesorê negihiştin armancên xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re ji aliyê din ve êrîş kirin.  

‘Em ê berdêlê bidin lê rê nedin’

Tîrêj Şengalî bi berdewamî dibêje, armanca êrîşan bi encamkirina komkujiya Êzîdiyan û tinekirina hêza wê ya yekane ya parastinê YBŞ û YJŞ´ê ye û wiha dewam kir: “Herdu êrîş jî ji bo heman armancê ne. Ji ber ku ev hêzên tarî naxwazin gelê Êzîdî bibe xwedî îrade. Her wisa dixwazin gelê me bêparastin û li hemû êrîşan vekirî be.  Ew ê negihijin armanca xwe. Ji ber ku êdî ti hêz wê nikaribe îradeya şervanên me û gelê me bişikîne. Yê bi ser keve dê gelê Êzidî û hêzên wî yên parastinê YBŞ û YJŞ bin. Wê bersiva me ya ji van êrîşan re berxwedan be. Ji ber ku her bosteke axa vir bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Ji bo parastinê eger bivê, em ê berdêlê bidin lê rê nedin.” 



 ROJNEWS / ŞENGAL