Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê geşedanên dawî yên li Rojava, plana çareseriyê ya mîna ‘plana Steffan de Mistura’ tê binavkirin, rapora mafên mirovan û Kongreya PYD ê de nêrînên xwe parve kirin.  Muslim da zanîn ku li gel ambargoya sê alî ya li ser Rojava û şerê li dijî terora DAÎŞ’ê jî Rojava ber bi arambûn û avabûnê ve diçe. Salih Muslim berî sefera başûrê Kurdistanê bike, ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî.


Ev çend sal in Rojava di bin ambargoyeke dijwar de ye. Hûn dikarin rewşa dawî ji me re ragihînin. Rojava bi çi û çawa dijî?

Ji sala 2012’an vir ve ev ambargo heye; av, elektirîk, nan û her tiştê pêdivî pê heye, kêm e. Ji sê aliyan ve ambargo li ser Rojava ye; Tirkiye, Başûr û aliyê din jî di bin dorpêça hêzên terorîst de ye. Ev jî dibe sedema tengasiya aborî. Gel bi qehremanî li ber xwe dide. Rewşa Kantona Cizîrê hinek baştir e; bi riyên qaçaxî bi derve re danûstandinê çêdikin. Li aliyê din rewş ne hinde baş e. Wek mînak Efrîn çavkaniya zeytûnê ye, zeyt heye. Lê nikarin bifiroşin; tekane rê qaçaxî ye. Ew jî bi erzanî diçe û buha vedigere. Niha hilberînerên tekstilê ji Helebê hatine li wir karê xwe dikin. Li aliyekî dewlemendî çêbûye, pere çêbûye, lê aliyê din jî derfet kêm in. 


Rewşa Kobanê ji  aliyê din cihêtire gelo?

Rast e, cih bi cih hê jî şer derdikeve. Ne mîna berê ye. Xetera herî mezin DAÎŞ bû, niha ew nemane, ji bilî wan jî kesên ku bikarin bi heman hêzê êrîş bikin nîn in. Dostên Kurdan jî çêbûn. Gava êrîşê Kobanê kirin plana wan di 5 rojan de xistina Kobanê bû. Kobanê li ber xwe da, şer dirêj bû. Hêzên koalisyonê ji ezmanî ve lêxistin, pêşmergeyan jî çek anîn. Serketina dîrokî ya Kurdan pêkhat.


Plana herêma tampon a Tirkiyeyê û hêzên xwe wek Tirkman bi nav dikin di çi qonaxê de ye?

Tirkiye dixwaze herêmeke tampon çêke, lê Amerîka dibêje; em tiştek wiha naxwazin. Dinya te dizane û dibîne ku kî li dijî DAÎŞ û hêzên din yên terorîst şer dike, kî dikare wan têk bibe. Ji ber çi daxwaza Tirkiyeyê ku ne ji gelê Sûriyeyê û ne jî ji hêzên navneteweyî re ti xêrê nayine, qebûl bikin? Her ku here wê Kurd bêne nasîn. Gelê Sûriyeyê jî me nas dike, niha dibînin ku em parçebûna Sûriyeyê naxwazin. Ew jî pergala me nas dikin û dixwazin pêkbînin. Xeter ne mîna berê ye lê em bixwazin nexwazin şerek jî heye. Li aliyê din yê Feratê tevlihevî heye. Ereb û Tirkmen jî li wir hene. Destê Tirkiyeyê di nav de ye. Rêxistinan bi kar tîne. Mirov nizane destê kê di berîka kê de ye. Tirkmen Şîa ne, qismek ji wan jî Elewî ne; ya rastî ti rêgezên ku bi Tirkan re li hev bikin jî nîne. Hejmara wan jî, belkî sedhezar hebe. Şîa û AKP qet li hev nakin. Hêzên leşkerî yên wê derê heta bi Efrînê û Kobanê YPG ye. Cebhetul Ekrad û Ceş el Siwar hene. Kurd, Ereb û Tirkman in. Eger li ber xwe bidin wê YPG jî piştgiriya wan bike. Herêm parçeyek ji Rojava ye. Wek mînak, Tilebyat di dîrokê de jî erdê Kurdan bûye. Ereb jî lê hene. Girê Spî Ermenan ava kiriye. Her çi dibe bila bibe îro em dikarin bi hev re bijîn. Lê lîstikên din hene. Pir malên Kurdan hebûn, ji wan deran rakirin. Niha dem hatiye ku sererast bibin. Gelek ji wan Tirkmanan bi eslê xwe Kurd in. Tilebyad dikare bi serê xwe jî bibe kantonek.Ya girîng ew e ku gel bi xwe biryara xwe bide.


Li ser Rojava hin rapor tên belavkirin. Qala tedahî û êşkenceyê dikin, tê gotin ku zarokên di bin 18 salan de ji bo leşkeriyê tên birin. Hûn van tohmetan çawa şîrove dikin?

Me rapor û rexne dîtin û bersiv jî da. Mixabin bandora helwestên siyasî heye. Em li ber rexneyan birêz in. Nêrînên wan girîng dibînin. Hind dewletên Ewropî heta niha jî tên rexnekirin. Kêmanî hene helbet. Polîs û asayîş ev sê sal in çêbûne. Berê em di bin destê polîsên Sûriyeyê de bûn; ew jî tenê lêdan bû, zext û êşkence li ber me hînkiribûn. Em dibêjin, werin em bi hev re polîs û asayîşê perwerde bikin, me fêrî van rêbazan bikin. Peymana me ya civakî heye. Mafên mirovan misoger e, bi xweseriya demokratik ve girêdayî ye. Hinek jî li Tirkiyeyê rûdinin, li devê hinekan mêze dikin û dinivîsin. Ev ne rast e, bi xwe here bibîne. Gelek kesên niyetxerab jî hene, naxwazin xweseriya demokratîk bi ser bikeve. Leke dikin, tarî dikin. Ji Silêmanî, Hewlêr û Enqereyê rûdinin û van raporan dinivîsin. Here di cih de bibîne. 

Dibêjin şertên hepsan baş in. Yek mirov ji ber nêrînên xwe yên siyasî girtî nîne. Diz hene, krîmînal hene, sûcdar hene, ew jî dibêjin em endamên partiyan in. Wek mînak, di teqîna li Qamişlo de makîne hatiye bikaranîn. Tu dikevî pey, ev ji ku hatiye, kî firotiye kê? Ev makîne îro hatiye teqandin. Ma ne mafê te ye ku tu lêkolîn bikî? 120 mirov hatine girtin, sed jê Ereb in, 20 ji wan Kurd in. Kes behsa Ereban nake, 20 Kurd çima hatine girtin? Dibêjin hûn jî Kurd in, hûn çima Kurdan digirin? Çima behsa Ereban nakî? Hinek ji wan jî sûcdar hatin dîtin. Ji wan yên paqij bûn hatine berdan. Ji bo parastina vê civakê çi pêwist be, wê bê kirin. Çend teqîn li Efrînê çêbûn, em lêkolîn dikin. Hin kes li min digerin, dibêjin em hevalê hev in, ka bila felankes bê berdan. Li vir ez çi dikarim bikim? Em dixwazin welatê me ji dinyayê çêtir be, ji Skandinavya ji tevahiya Ewropayê jî çêtir be. Ji bo vê jî dem lazim e.


Babeta kesên di bin 18 an de?

Peymanên me hene. Ji bo çekhilgirtinê sal 18 ye. Di bin re ji bo çekdariyê nabe. Ez li vir îdia dikim, yek kesê şandibin şer nîne. Hinek bi israr in, bi xwe tevli dibin. Em jî qebûl nakin. Yan jî di karên din ango perwerdeyê de dimînin. Îstisna hene; keçikek 15 salî ji Amûdê tevli bûbû; dinya xera kirin. Keçik di perwerdeyê de bû, neşandibûn şer.


Babeta 5 hezar pêşmergeyên Rojava ku li Başûr hatine amadekirin çi ye?

Di welatekî de du hêzên çekdar nabin. Hizbên siyasî dibe, 20 jî dibe, 50 jî dibe. Lê hêzên çekdar dibin sedema nakokiyan. Dibe sedema şer û xerabiyan. Bila kes ji aliyê me ve ji birakujiyê netirse. Ew tecrûbeyên ku li Başûr hatiye jiyandin û bi dehhezaran qetilkirin têra me û heft bavê me dike. Em van tedbîran distînin. Ew artêşa behsê dikin jî hin ciwan in. Hinek ji wan ji mêj ve li wir in, hinek ji wan ji leşkeriyê bazdane. Ew birine, perwerde kirine, pere didin wan. Hinek ji wan şehîd jî ketin. Ew ne aîdê Rojava ne. PDK’ê ew saz kirine. Bi pêşmergeyan ve girêdayî ne. Niha li Başûr şer dikin. Bi her awayî bi wir ve girêdayî ne. Baş e, me evqas şer kir, li dijî Nusra, li dijî DAÎŞ û li dijî gelekên din. Hûn li ku bûn? Gel pirs dike, ma gel we qebûl dike? Eger bên wê fermanê ji kê bistînin. YPG bi şorbenîskê û fasulyeyê şer dike. Hûnê vê jiyanê qebûl bikin? Eger YPG bêje maaşê bidin me jî wê çawa bibe? YPG bi bawerî û îdeolojiyê şer dike, ne bi maaş û bi dolaran e. Mehê 400 dolar didin wan. Derfet nîne ew bên Rojava. Tirkiye dixwaze wan derbasî Rojava bike. Tirkan kengî xêra Kurdan xwestiye! Çima Tirk rêveberî dikin. Pêşmerge gava hatin Kobanê peymanek di navbera wan û YPG ê de çêbû. Hatin wiha dibe, ne bi awayekî din. Wê demê wê şer bibe. Bila bi YPG ê re rûnin û bigihin encamekê. Nexwe tu doza şer dikî, ev gel te qebûl nake. Hejmar jî ne ewqas e, 1200 felan e. Di nav pêşmergeyan bi xwe de ne.


Niha têkiliya we ya bi Başûr re çawa ye?

Em hêvî dikin baş bibe... Dijminî ango dijberîyeke wisa tund jî nîne. Hin alîkarî, çûn û hatin jî hene. Lê divê tu ji bo her tiştî destûra wan bigirî. Gelekan di derî de bernadin, vedigerînin, hinekan berdidin. Me dixwest têkiliyên baştir çêbe. Derd û daxwaza wan li ser me ferzkirina partiyên tabela ne ku navên wan hene û bi xwe nînin. Li welat ji xwe kes ji wan nemaye. Li Tirkiye, Hewlêr û cihên din in. Beşdarê xweseriya me nabin. Kongreya xwe li Rojava çêdikin, asayîş wan diparêze, lê vedigerin, dibêjin; em we nas nakin. Divê bêhna mirov pir fireh be ku mirov tehemûla wan bike.


Rewşa xebatên we yên dîplomatîk çawa ye? Di kîjan astê de muxedab tên girtin? Gelo siberoja Rojava li gorî berî zelaltir e?

Tişek zelal nîne. Wek tê zanîn Cenewre 1 û 2 faşil bû. Her yek bi aliyekî ve dikişîne. Li Qahire, li Moskowa û wd. çend civîn çêbûn. Xwestin muxalefetê an jî em bi Kurdî dibêjin hamberî bînin cem hevdu. Bi ser neketin; ji ber ku li gorî planên Tirkiyeyê çêdikirin. Ne aliyên siyasî temsîl dikirin ne jî yên leşkerî. Paşê xwestin xwe ji wan rizgar bikin. Niha jî amadekariya Cenewre 3 dikin. Dixwazin yekdengiya muxalefetê pêkbînin. Piştre ev plana Steffan de Mistura derket, Steffan de Mistura tişteke dine?


Çi ye ev plana Steffan de Mistura?

Dixwazin hikûmetek çêbibe, komîte çêbin, lijne çêbin û hwd. Hinekan got; pêşî bidin şerê terorîzmê, hinekan got; bila Esed biçe paşê hikûmetê ava bikin. Amerîka, Rusya, muxalefet û rejîm her yek li gor xwe şîrove dikin. Dibêjin bila hikûmeteke demkî hebe. Baş e, wê çawa be? Esed bimîne yan nemîne? Kî dê şerê li dijî terorîzmê bike? Gelek tevlihev in, datay ne zelal in. Steffan de Mistura plana 4 komiteyan dike. Şer, Siyasi, alîkariya însanî û civakî, wê bi hev re kar bikin. lê hinek erênî dibînin hinek nabinin. Em wek PYD dibêjin îradeya navneteweyî an jî Neteweyên Yekbûyî çawa gotiye, em pê re ne. Mistura jî wê îradeyê temsîl dike. Emê jî bi navê xweseriya demokratîk beşdarê komîteyan bibin. Em li ser datayan nasekinin. Esed biçe yan neçe, em li benda kesekî namînin. Kes aşîqê çavên Esed nîne, lê em nikarin li benda wî jî bisekinin.


Kî ne yên wisa dixwazin hêza wan heye?

Tu hêzeke wan li ser erdê nîne. Bi Kurdî dibêjin,’kes bi devê wan şorbeyê naxwe.’ Kes jî bi gotina wan nake. Niha yên li hemberî Esed in jî tevlihev in, ne DAÎŞ ne El Nusra ne yên din li hev nakin. Plana wan cuda ye. Eew bi te re nayêne çareseriyê.


Di van civînan de kanton û xweserî hatiye qebûlkirin?

Muxalefet bi gîştî beşdar nebû. Wek mînak Birayên Misilman nehatin, ne li Qahire û ne jî li Moskowê amade bûn. Ew jî hêzek in, lê nehatin. Dibêjin Moskowa li nik rejîmê ye, em tevli nabin. Li Qahîreyê beşdar nebûn. Misrê jî ew qebûl nekirin. Her yek planek heye. Li herdu aliyan jî Xweserî bi navê xwe hate vexwendin. Sê nûner hebûn, Ereb, Kurd û Suryanî bûn.Tê naskirin û qebûlkirin. Niha ji bo Steffan de Mistura 38 nav ji aliyê Rusyayê ve hatine pêşniyazkirin, ev her sê nav jî di nav de ne. Hevdînek bi Lavrow re çêbû. Wî got, divê di destûra Suriyeyê ya nû de xweseriya Kurdan hebe. Ne gotineke vala bû, girîng e.


Hilbijartina Efrînê çawa derbas bû, girîngiya wê ji bo siberoja Rojava çi ye?

Ya girîng ew e ku 900 hezar mirov çûne ser sindoqan. Ji bo me helwesta civakê girîng e. Kî derkeve dernekeve ew ji bo me ne girîng e. Ji bo me encamên wê yên siyasî ne zêde li pêş e, şaredarî wê xizmeta gel bikin. Em wek  PYD rasterast beşdar nebûn, belkî alîgir hebin. Gel ji xwe re çi biryarê bide, ew muhim e.


Niha Kongre li pêş we ye. Amadekariyên we çi ne, çi guherîn di rojeva we de ne?

Kongre wê di 20, 21ê mehê de bê sazkirin. 200 endam hatine vexwendin, 200 jî mêvan hatine vexwendin. Programa siyasî di ber çav re hatiye derbaskirin. Îhtimala hin guherînan heye. Ji ber rewşa kantonan hewceyî bi guherîna rêziknameyê heye. Hin amadekarîyên li gorî rewşa nû ya Rojava û wisa jî ya kantonan heye.


Di hevserokatiyê de wê guhertin çêbibe. Ji ber li gorî rêziknameyê bi du caran ve bi sinor e. Emê dîsa we wekî hevserok bibînin yan na?

Ez wê nizanim, Kongre çi biryar bide ew e. Lê ji bo wê jî di destûrê de guhertin pêwist e. Kongre dikare biryarê bide, erê yan na. Eger ji min be ez dixwazim biçim Kobanê û tevli xebatên jinûve avakirinê bibim. Çi kar û xizmet bidin min ji min re rûmet e. Di nav PYD ê de ev zêde ne girîng e. Ketin û derketina PYD ê ne hinde zehmet e. Gelek hevalên ku berê bi me re bûn, niha karên din dikin, karên xwe yên şexsî dikin. Kesên di asta rêveberiyê de jî hebûn, em nabêjin hûn çima cuda bûn. Ya muhim ev heval beşdarê perwerdeya PYD ê bûn, fikir û terbiyeya PYD ê girtin. Bi hinekan re têkilî jî nemaye. Em dixwazin asta mirovan bilind bibe. Heta mirinê bihevrebûn ne merc e.


Eger hûn neyên hilbijartin, namzetek an jî navekî di dilê we de heye?

Hene, gelek in (dikene), lê piraniya wan ji me dûr ketine, tevli Kongreyê jî nabin. Di wî warî de tengasî nîne, heval hene...


NECÎBE QEDERAXÎ-YEKO ARDIL/ BRUKSEL