Li gorî pîlana dewleta Tirk diviyabû rejîma Esad tu carî destûrê nede avakirina heremek xweser. Diviyabû hemû şêweyên rêvebirya heremî bêtin redkirin. Her wiha diviyabû damezrandina partiyan li ser bingehek etenîkî were qedexekirin.
Ev her du xalên li jor ji aliyê AKP'ê û 'Maseya Kirîzê' ya Konseya Ewlekariya Netewî ya Tirk MGK ve hatibûn bi cih anîn, da ku Kurdên Rojava nebin xwedî derfet û statû û mîna berê êsîr û bê maf bimînin. Lê dema dewleta Tirk dît ku gemiya Esad binav bûye û êdî helwedanên rizgarkirina wî bê encam dimînin, li çareseriyek din geriya. Vê carê berê xwe da hêzên muxalefetê. Bi riya hevkara xwe rêxsitina Birayên Misilman, AKP'ê pêwendî bi gelek hêzên muxalefetê re danîn. Gelek kongre ji van hêzan re li Stenbol û Antalyayê lidarxistin.
Bi vî awayî Tirkiye bû xwedî gotina herî bi bandor li ser muxalefeta ku li dijî Esad bi çek û siyasetê têkoşînê dide. Lê carek din mijara Kurdan a herî nazik û sereke bû. Vê muxalefetê li gorî xwesteka AKP'ê hemû mafên Kurdan li Sûriyeyê inkar kir. Kurd mîna netew û herem qebûl nekir.
Ji vê yekê zêdetir dewleta Tirk hewl da rê li pêşiya tevgera azad ya Kurdên Rojava bigre. Rê li pêşiya derketina vînek azad û serbixwe bigre. AKP'ê ji Kurdên Rojava dixwest ku mîna peyayên muxalefeta nijadperest û mezhebperest tevbigerin. Dixwest ku Kurd bibin eskerên Ereban û ji bo avakirina dewletek netewperest ya Erebên Sunî xwe bidin kuştin. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê ev yek qebûl nekir. Dest bi avakirina vînek azad kir û Kurd mîna hêzeke 3 yemîn li Sûriyeyê nîşan dan.
Ji bo Kurd karibin xwe biparêzin û dûrî şerê navxeyî bikevin, Tevgera Azadiya Kurdistanê yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdên Rojava esas girt. Her wiha dest bi avakirina hêza xweparastinê kirin. Li gorî biryara azad ya Kurdên Rojava û ji bo parastina heremên Rojava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate avakirin. Di 15 mehan de YPG bû hêzek eskerî ku ji bi hezarên şervanan pêk tê. Hêzek hermî ku dikare li himberî artêşa rejîma Esad û komên muxalefeta çekdar xwe biparêze û serkeftinek eskerî bi dest bixe.
Dema dewleta Tirk li himberî vîna Kurdan bê çare ma dest bi rêbazên nû kir. Hemû hewledanên têkbirina Kurdan bi sernektin. Komên çete yên ku qaşo dixwestin heremên rojava dagir bikin, koledariyê li ser Kurdan ferz bikin û çavkaniyên Petrolê bixin bin kontrola xwe bi sernektin. Ji ber hindê AKP'ê dest bi rêbazên nû kir. Rêbazên qirêj. Hewl hate dayin ku komên Kurd yên ku divê li himberî YPG mîna cerdevan bixebitin, bêtin damezrandin.
Bi taybet 2 heremên Kurdên Rojava wek hedef ji aliyê dewleta Tirk ve hatin nîşan dan. Yek Efrîn û ya din jî Serêkaniyê. Efrîn wek heremen ku di nava derdorek Ereb de hate xwestin bête tepisandin û nebe navenda hestên Kurdaytiyê. Ya din ji ber ku Efrîn cih û warê bi hezaran pakrewanên ku di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîn kirine. Tirkiye dixwaze tolê ji Efrînê bistîne. Serêkaniyê jî wek bajarekî rojava ku herema Cizîre û Kobanê bi hev girêdide. Dihat xwestin ku ciyografiya Rojava bi desthilatdariya dagirker ya komên çete bête xerabkirin.
Di vê dema dawî de partiya bi navê 'Azadî' hewl dide ewlekariya herema Efrîne bixe metrsiyê û Kurdan ji bo xizmetkirina hêzên çekdar yên muxalefeta Ereb bide xebitandin. Ev partiya ku girêdayî navendên tarî ye û bi komên çekdar yên Ereb û Turkmen re têkildar e, hewl dide derbeyan li hêzên YPG'ê bixe. Bi taybetî li dijî kadroyên pêşeng yên YPG tevdigere. Ji dema ku rêveberê heremî yê YPG'ê Çekdar Amed qetil kir û heta niha ev partî û hin navendên girêdayî MIT a Tirk texrîbatan li herema Efrînê berdewam dikin.
Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê beriya salekê koma bi navê 'Tugaya Selahaldîn' 10 welatiyên Kurd qetil kirin. Ev tugay li gorî daxuyaniyên Mistefa Cuma, serokê partiya 'Azadî' ku dabûn rojnamevanê Tirk Hasen Cemal, girêdayî partiya wan e. Bi gotinek din, ev koma çekdar ku destê wê bi xwîna welatiyên Kurd sor bûye û heta niha Kurd ji xwe re wek hedef nîşan dane, li gorî biryara vê partiyê tevdigere.
Di van rojên dawî de vê koma çete êrîş birin ser hêzên YPG û gelek welatparêzên Kurd li gundekî Efrînê birîndar kirin. Her weha 2 şervanên YPG yên ji bo hevdîtinê çûbûn gel wan jî dîl girtin û li gorî agahiyan ew teslîmî Tirkyeyê kirine. Her wiha kesê bi navê Bêwar Mistefa ku berê di artêşa Esad de efser bû û piştî serhildanê veqetiya û niha serokatiya vê koma çete dike, gef li YPG'ê xwar û diyar kir ku ew û Artêşa Hur wê tevahiya herema Efrînê ji 'YPG ya alîgerê Esad' rizgar bikin!
Partiya 'Azadî' beriya demekê xwe ji Desteya Bilind a Kurd (DBK) vekişand. Niha ew bi serê xwe tevdigere. Hevkariyê bi komên çete yên Ereb û Tirkman re dike û li dijî hêzên YPG'ê çalakiyên eskerî lidar dixe. Serkêşiya vê partiyê li Hewlerê dimîne.
Wek encam dewleta Tirk niha hin komikên Kurd ji xwe re kirine hevalbend û bi riya çek û pereyan wan li dijî YPG bi rêxistin dike. Ev hewledana 3'yemîn a Tirkiyeyê ye. Hewledana rizgarkirina rejîma Esad û bikaranîna wî li dijî Kurdan bi sernekt. Hewledana anîna komên çete ji bo bajarê Serêkaniyê jî bi serneket.
Niha hewledana dawî ya anîna komên çete yên Kurd û xebitandina wan li himberî YPG'ê di dewrê de ye. Ev hewledana dawî ye. Bi gotinek din dursitkirina “Cerdevanên Rojava” di rojevê de ye. Eger hat û ev cerdevan bûn xwedî gotin û hêz, dê destkeftiyên gelê Rojava bikevin metrisiyek mezin û wê dewleta Tirk li Rojava armancên xwe.
Lê belê ezmûn û tecrûbeya têkoşîna azadiyê piştrast kiriye ku polîtîkayên cerdevaniyê jî nikarin meşa ber bi azadiyê ve asteng bikin. Li bakûrê Kurdistanê sîstema cerdevanî ya 30 salî ji aliyê dewletê ve û bi deh hezaran cerdevanî hate meşandin jî ne karibû li hember vîna azad a gelê Kurd bi ser bikeve. Di vê pêvajoyê de û li Rojava ya bi salane hesreta azadiyê dikişîne jî ne mumkun e cerdevanî û cehşîtî bi ser bikeve.
Pîlanên AKP’ê li dijî Kurdên Rojava
Dewleta Tirk ji destpêka serhildana gel a li Sûriyeyê ve hewl da xwedî gotin û biryar be. Di destpêkê de ji bo xelasiya rejîma Esad xebitî. Jixwe wê demê hevkariya AKP'ê û rejîma Esad gihîştibû asta herî bilind. Di nava wan de "Meclisek Stratejîk“ hebû. Di çend mehên pêşî de Wezîrê Karê Derve yê AKP'ê Ahmed Davutoglu bi qasî 20 caran serdana Şamê kir. Siyaseta dewleta Tirk ew bû ku rejîma Esad ji vê kirîzê rizgar bike û bi riya 'reforman' karibe pêla hêrsa gel rawestîne. AKP ji bo vê yekê pêk bîne û hevkarê xwe Esad li ser desilatdariyê bihêle, 'Pakêta Reforman' pêşinyar kir. Di vê pakêtê de gelek xal hebûn, qaşo wê sîstema dewleta Sûriyeyê demokratîze bikira. Ji bo gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nebe xwedî maf û ji nava van guhertinan bê par derkeve, di pakêtê Tiriyeyê çend xalên taybet derbarê Kurdan de hebûn.