Pilingê Qezwînê (Hezar) ê ku yek ji celebên pilingan e, heta beriya 30-40 salan li Herêma Botanê ya Bakûrê Kurdistanê dijiyan. Lê niha tenê di nava çîrokan de mane. Û hin kevilên wan, an jî wêneyên wan mane.
Bi zimanê zoolojiyê ji Pilingê Qezwînê re “Panthera tigris virgata” tê gotin. Ji pilingên Çîn, Hînd, Sûmarta û Sîbîryayê biçûktir in. Gakûvî, pezkûvî û hemû ajal û sewalên ji xwe biçûktir digire û dixwe. Dikare bi qasî 10 metreyan lotik biavêjin. Dikare hilbikişe serê daran û heta dikare avjeniyê jî bike. Her çendî ajalek dirende be jî lê dîsa jî pir xweşik e. Di nava daristan û cihên zinar de dijîn.
Bi eslê xwe ji derdora gola Hezarê, Îran û Efxanîstanê ne. Li Kurdistanê jî li herêma Botanê dijiyan.
Di navbera sêgoşeya Şirnex, Qilaban û sînorê Başûrê Kurdistanê de heta demên nêzîk jî dijiyan. Herî dawî di sala sibata 1970 de li navçeya Qilaban a Şirnexê gundiyê bi navê Şehîd Şen pilingek nêr ê 122 cm dirêj bû kuşt.
Piştî sê salan Hîndekarê Fakulteya Dermaxaneyê ya Zanîngeha Stebolê Prof. Dr. Tûrhan Baytop ji bo lêkolîna giyayên herêmî tê Qilabanê û li wir kevilê vî pilingî dibîne û dibe Stenbolê.
Prof. Baytop vî kevilî di sala 1974 de ligel nivîsa xwe ya di kovara zanîstî Saugetierkundliche Mitteilungen a li bajarê Munîha Elmanyayê de weşand. Di nivîsa xwe de diyar dike ku beriya pilingê dawîn 8 pilingên din gundên Qilabanê ji aliyê gundiyan ve hatine kuştin. Lê belê di rastiyê de bi dehan piling li herêma Botanê hatine kuştin û heta yek jî ji wana nemaye.
Mirov dikare li Cizîr, Qilaban, Colemêrg, Şirnex, Berwarî gelek kevilên pilingan di xaniyên malbatên dewlemend an jî bi zimanê Botanê ‘hezjixwekirî’ de bibîne. Her wiha, piling di nava çîrok û serhatiyên herêmê de faktorek bingehîn e. Yê ku li herêmê pilingek bikuşta weke qehreman dihate nasîn û nav û dengê wî belav dibû.
Piştî vê dîrokê li Kurdistanê nehatine dîtin. Ji wê salê û şûn ve gundiyan piling li herêmê nedîtine.
Me jî der barê vê mijarê de serî li bîr û nêrînên pîr û kalên Botanî da.
Omer Kara yê ku 80 salî ye ji navçeya Qilabanê ye. Omer Kara jî yek ji wan kesên ku bi çavê xwe pilingên Botanê dîtiye. Kara wiha qala bilingan dike; “Ajalek pir xweşik bû. Lê her tim êrişê keriyên pezên me dikirin, segên (kuçik) me bi wana nedikarîn, pir jêhatî bûn. Li herêmê gur û hirç jî hene, lê segên me zora wana dibir. Ji ber wê em neçar man ku wana bikujin. Jixwe kî pilingek bikuşta, li herêmê dibû qehreman. Dîsa jî kevilên wan pir bi biha bûn. Me qoç li ber wana didanî.”
Kara diyar kir ku piştî pilingan herêma Botanê ji gur, hirç û rûviyan re ma û got; “Piştî êdî hemû piling hatin kuştin, gundî êdî bêriya wan dikir û heta gelek ji wan poşman bû.”
Dema me pirsa ‘Gelo dewletê ji bo parastina qet tiştek nedikir?’ pirsî, awirek veda û kenî got “ Di wê demê de dewlet li vir çi dikir. Jixwe piştî ku dewlet hat herêmê jiyana me serûbin bû... piştî leşkerên Tirk hatin salek tenê jî em bi dilweşî neçûn zozanên xwe û nehtin.”
Şahidek din ê pilingan Şêx Mihemede bû. Şêx Mihemed ê ku beriya çend salan jiyana xwe ji dest da, ji Wanê heta Bexdayê gav bi gav geriyabû. Xwezaya Botanê bihost bi bihost nas dikir. Ji me re wiha qala pilingan dikir; “Li herêmêji xezal û pezkûviyan zêdetir piling hebûn. Min bi xwe kuştiye. Lê ez piştre poşman bûm…””
Şêx Mihemed wiha qala poşmaniya xwe dike; “Rojek ez diçûm zozanên Kêla Memê, min di rê de pilingek dît. Di wê kêliyê de çek min nexebit. Piling hat li derdora min zivirî, ez bêhn kirim û piştre kûriya xwe çend caran li singa min xist û çû… Min wê rojê fam kir ku ev ajal ne yên kuştinê ne.”
Heta hin gundiyan xwestin piling xwedî bikin. Li gor agahiyan, kesê bi navê Mihemed Kara yê ji gundê Hilal a navçeya Qilabanê çêlikek a pilingan hê biçûk bû girt û anî gund. Kara xwest xwedî bike. Lê ji ber sedemek nayê zanîn pilingê biçûk mir.
Li herêmê bi sedan çîrokên pilingan hene. Piştî ku kevilê pilingan li cîhanê belav dibe û heta wêneyên kevilên pilingên Kurdistanê di kovara Saugetierkundliche Mitteilungen de hatin weşandinî, zoolog û parêzvanên mafê ajalan berê xwe dan Kurdistanê. Lê êdî pir dereng bû...
Herî dawîs zoologê Rojavayî Paul Joslin tê herêmê û bi hêviyeke biçûk li pey pilingên Kurdistanê dikeve, lê nabîne. Tenê di sala 1974 de li ser sînorê Rojhilat û Colemêrgê li rastî şopa lingê pilingan a 17 cm fireh tê. Lê ew roj yek û îro du, pilingên li Kurdistanê nemane.
Têbinî: Wêne ji arşîva Alî Îsmet Ege hatiye wergirtin û di jimara Berfanbara 2002 a kovara Yeşîl Atlasê de hatiye weşandin.


ABDULLAH BÎLEN - ANF-ŞIRNEX