Komeleya Çanda Suryaniyan a bajaroka Rimêlanê yekem navenda çanda Suryaniyan li Rimêlanê ye û hemû çalakiyên çandî bi armanca belavkirina çand û şaristaniya kevneşopiya Suryaniyan li herêma Mezopotamiyayê birêxistin dike.
Jin û ciwan jî di nav de cîh digrin
Komele ji 250 endaman û di nava wan de 50 jin ji pêkhateya Suryan pêk tê. Ji bo birêvebirina karûbarên komeleyê komiteyeke rêveber ku ji 5 endaman di nava wan de jinek jî heye, çavdêriyê dike. Komele her wiha têkliya Komeleyê bi hemû saziyên civaka sivîl, siyasî û çandî re xurt dike û çanda jiyana hevbeş li herêmê dewlemend dike.Her wiha bi armanca aktîfkirina rola ciwanan di xebatên çandî de û perwerdekirina komên çandî bi çand û folklora Suryaniyan civînan li dar dixin. Lê di rojên în û şemiyê de karê komeleyê ji saetên sibê ve dest pê dike.
Derbarê lêçûnên Komeleyê de jî endamên Komîteya Rêveber a Komeleyê diyar kirin ku ew budçeya xwe ji alîkariyên endaman werdigirin.
Beşdarî perwerdehiya Kurdî jî dibin
Serokê Komîteya Têkliyan a Komeleyê Kemîl Şemûn Patrûs diyar kir ku hemû çalakiyên çandî yên suryaniyan li herêmê bi rêxistin bike û wiha got: “Yek ji armancên sereke yên Komeleyê ew e ku çanda suryaniyan û kevneşopiya çanda wê vejîne û têkiliyên xwe bi hemû sazî û partiyên herêmê re xurt bike. Her wiha beşdarî hemû şahî, munasebet û merasîmên şehîdan li herêmê bibe.”Patrûs di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Komele hemû semîner û civînên çandî di hemû aliyan de bi taybet di aliyê perwerdekirina zimanê suryanî de birêxistin dike. Her wiha waneyên olî jî dide ciwan û nifşên nû yên pêkhateya suryaniyan.” Endamên Komeleyê her wiha beşdarî pewerdeyên ziman Kurdî yên ku Tevgera Ziman û Perwerdeyê li herêma Girkê Legê didin, dibin.
GIRKÊ LEGÊ/HAWAR HIBO