Nazmetên HDP’ê yên hilbijartina 7’ê hezîranê jî ji aliyê gel ve erenî hatin dîtin. Li bajar Kurd, Azerî, Terekeme dijîn. Ji namzetên HDP’ê yê Parêzer Kiznaz Turkelî ya bi eslê xwe Ezerî ye. Ji ber malbata wê di nava têkoşîna şoreşger de cih girt di temenekî biçûk de têkoşîna şoreşgerî nas kir. Turkelî di 1962’an de li bajaroka Meleklî ya Îdîrê hate dinê.
‘Pêşdarazî berê şikiyaye’
Turekelî da zanîn ku bi namzetiya di HDP’ê de dixwaze bibe pira di navbera gelê Kurd û Ezerî û wiha axivî: “Ez bêjim li gorî berê pêşdaraziya gelê ezerî ya li hemberî partiyê şikestiye. Ez bawer dikim ku di vê hilbijartinê de ev dê bêtir bişkê. Ez dê bibim pirsa di navbera Kurd û Ezeriyan de. Dê bi vê hilbijartinê hîsên nîjadperest ên ji aliyê pergalê ve di nava gelê ezerî de pêk anîn ên li hemberî gelê Kurd bişkên. Ez bawer dikim ku ev têkoşîn dê gelê Kurd û Ezerî lihevbîne.”
‘Xweseriya Demokratîk ji bo hemû gelan e’
Namzetê HDP’ê Prz. Mehmet Emîn Adiyaman jî diyar kir ku HDP partiya pêşeroja Tirkiyeyê diparêze û got: “Min di têkoşîna xwe ya siyasî de HDP weke paradîgma parast. HDP bi taybet bi paradîgmaya xweseriya demokratîk paradîgmaya parastina rastiya Tirkiyeyê ye. Birêz Ocalan bi paradîgmaya konfederalîzma xweseriya demokratîk tenê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê na ji bo pirsgirêka çareseriya hemû gelên Rojhilata Navîn e.”
Parastina baweriya Caferiyan
Adiyaman da zanîn ku partiya baweriya Caferiyan ji tunekirinê xilas bikin HDP ye û wiha axivî: “ Di bîrdoziya dewletê ya fermî de kesên girêdayî mezheba Caferî weke bêbawer dihatin dîtin. Weke nîçikê Îranê dihatin pênasekirin. Tu caran mezhebê Caferî xwe bi azad neanî ziman. Caferî ji derfetên dewletê fêde negirtin. Tevgera baweriya Caferiyan ji tunekirinê xilas bike partiya me ye.”
DÎHA/IDIR