Operasyona rizgakirina Pira Qereqozaq a ku li ser çemê Firatê ye û 35 kîlometreyan li başûr rojavayê Kobanê ye, bi hevkariya şervanên YPG’ê û Navenda Çalakiyên Hevpar (Burkan EL-Firat) re di 11’ê Adarê de hatibû destpêkirin. Di destpêkê de malên li nêzî pirê û gundê Bîr Hiso yê ku kîlometreyekê li rojhilatê pirê hatin rizgarkirin.


YPG û Burkan EL-Furat’ê çete kirin der

Di roja duyemîn de jî çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî dever û nuqteyên ku hatine rizgarkirin kirin. Li ser vê êrîşê şervanên YPG’ê bersiv dan û di navbera wan û çeteyan de şerên dijwar rûdan. Çeteyan  di vê êrîşê de hewl da ku erebeyeke bombebarkirî biteqînin, lê şervanên YPG’ê berî ku çete bigihêjin armanca xwe, erebe teqandin. Di encama şer de li vir de zêdetirî 12 çeteyan hatin kuştin.

Piştî vê yekê çeteyan teqwiye ji herêmên Minbic û Sirînê  di riya navnetewî re anîn herêmê. Li ser vê yekê jî şervanên YPG’ê û Tabûra Burkan EL-Furat ji bo astengkirina gihiştina teqwiyeyê, li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin û di navbera wan çeteyan de li gundê Bîr Hiso yê Biçûk û Bîr Hiso yê Mezin, her wiha li malên li derora pirê û Tirba Silêman Şah ku demekê beriya niha ji bo gundê Eşmê hatibû veguhestin şerekî dijwar rûda.


Cihekî stratejîk ji dest çeteyan derket

Her wiha balafirên hêzên koalisyonê jî navendên çeteyan ên li derdora Pira Qereqozaqê bombaran kirin û çeteyan li vir windahiyên mezin dan. Paşê jî şervanên YPG’ê û Burkan EL-Furat derbasî nava gundê Bîr Hiso yê Biçûk bûn û berê xwe dan deverên li derdora pirê û ew dever hemû rizgar kirin. Pêr jî şervanên YPG’ê û Tabûrên Burkan EL-Firat Pira Qereqozaq rizgar kirin.

Çeteyên ku ji herêmê reviyan danê êvarê pire teqandin. Ev pir bajarê Minbic bi bajarê Kobanê ve girê dide, ji ber vê yekê cihekî stratejîk e. Di êrîşên li ser Kobanê de çeteyan di ser vê pirê re teqwiye, çekên giran û cebilxane derbasî herêmê dikirin. n KOBANÊ


Rewşa meydanî li Kobanê

Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) ji Kobanê ragihandin ku pêr bi şev şervanên YPG û YPJ’ê li eniya rojhilatê Kobanê li gundê Minîfa Kor li dijî baregehên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li eniya başûr jî şervanên YPG û YPJ’ê li gundê Girik çalakiyeke sûîqastê li dar xistn û di encamê de 2 çete hatin kuştin..


Li nêzî kargeha betonê şerên dijwar

Di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li nêzî kargeha çêkirina betonê ya li nêzî gundê Bîro Hiso yê li başûrê Kobanê jî doh şerê diqewimin.

Li gorî agahiyên ANHA’yê doh danê nîvro di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li derdora kargeha betonê ya li nêzî gundê Bîr Hiso yê Mezin li başûrê Kobanê  û 2 kîlometreyan li rojhilatê Pira Qereqozaqê ye şerê dijwar rû daye. n KOBANÊ