Di çalakiya protestokirina Erdogan de ku her în saet 17.00 an li pêş sefareta Tirk a li Tiergarten Str ê tê lidarxistin, NAVDEM Berlîn, Ciwanên Rojava, PYD Berlîn û welatparêz beşdar bûn.

Di rojeva çalakiya Partiya Piraten de Qirkirina Ermeniyan û gelên Xiristiyan hebû. Pîraten biryara Parlamentoya Federal a Elmanya erênî dît û bang kir ku qirkirinên vê gavê yên li bakurê Kurdistanê li dar in, werin astengkirin.

Çalakgerên Partiya Pîraten bal kişandin ser komkujiyên li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê û ev bang kirin: “Jenosîd li Tirkiyeyê rastiyek e ku li ser salan hatiye belavkirin, roj bi roj, kêlî bi kêlî li dar e. Eger tedbîr neyên girtin piştî sed salên din parlamentoyên dinyayê wê ji bo gelê Kurd jî biryara - komkujî hatiye kirin- bidin, lê ev dê gelê Kurd venegerîne. Divê mirovahî dereng nemîne.” Çalakgeran da zanîn ku “heta Erdogan û dîktatorî hilweşe”, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.