Partiya Piraten (Partiya Keleşan) çalakiya xwe li pêşiya sefareta Tirkiye û serokwezaretiya Elmanya ya Federal li dar xist. Di çalakiya roja înê de Kurd û Tirk jî beşdar bûn, çalakgeran li pêş serokwezaretiyê polîtîkaya Angela Merkel û desteka Elmanya ya ji bo AKP ê û Erdogan protesto kir. Herwisa çalakger ji ber serokwezaretiya Almanya heta pêş sefareta Tirkiyeyê meşiyan. Çalakgeran ji bo protestokirina zexta Erdogan a li ser çapemeniyê devê xwe bi bandên reş girêda, ji bo bîranîna mirovên li bakurê Kurdistanê tên qetilkirin û penaberên di riyan de jiyana xwe ji dest didin jî find pêxistin û abîdeya Kevoka Aştiyê bi gulan xemilandin.
Di çalakiyê de partî û rêxistinên Kurd û Tirk yên wek NAVDEM, PYD, HDK, ATÎK jî bi pankarta “Her der ciyê berxwedanê, her der Kurdistan e”, û bi ala û flamayên YPG, PYD´ê amade bûn.
Erol: Li vir 45 deqîqe li Kurdistanê 45 gule ye
Serokê Partiya Piraten Bruno Kramm li pêş Serokwezaretiya Elmanyayê ji ber polîtîkayên şaş Merkel hişyar kir û da zanîn ku ev polîtîkayên şaş rê li ber rêxistin û partiyên nijadpereset vedike û weha peyivî: Birêz Merkel, hûn nikarin siyaseta dîktatorî ya Erdogan li ser gelê Elman ê demokrat jî ferz bikin. Siyaseta we ya çewt Pegida û partiyên nijadperest li Elmanya kirin ku êdî di nava civakê de qebûl bibin.
Di çalakiyê de li ser navê HDK Berlînê jî Mehtap Erol axivî. Erol binçavkirina Bruno Kramm a heftêya borî bi bîr xist û got: Hêja Bruno heftêya borî polîsan tu binçav kirî, tu mirovekî pirr bişens î, lewre bi tenê 45 deqîqeyan tu di bin çavan de mayî. Belê ez bi hêrs im, xemgîn im lê divê em hestiyariyê li hêlekê bihêlin, eger tu li Kurdistanê bihatayî binçavkirin ew 45 deqîqe dikaribû wek 45 gule di bedena te de biencam bibûna.
YEKO ARDIL/BERLIN