Dayika 70 salî, Raîfe Înatçi ya li Farqînê, ji ber ku cezayê wê yê girtîgehê yê 3 sal, 1 meh û 15 rojan hat erêkirin, kirin Hepsa Tîpa D a Amedê.
Dayika 70 salî Raîfe înatçi ya ji Gundê Hacîca yê ser bi navçeya Amedê Farqînê, nexwende ye. Bi hinceta ku di meşekê de 2’yê Kanûna 2009’an pankarta li ser nivîsandiye “Ciwan fedaiyên Apo ne’ hilgirtiye, ketibû ber lêpirsînê. Ew heman salê hatibû girtin, îfadeya wê hatibû girtin û paşê hatibû berdan.
Paşê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kiriye” û “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3 sal, 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Raîfe Înatçi birrî.
Piştî ku Dadgeha Bilind jî cezayê dayika 7 zarokan a 70 salî erê kir. Li ser vê Raîfe Înatçi 27’ê Tebaxê hat destgîrkirin û piştre ew sewqî Hepsa Tîpa D a Amedê kirin.
Yanî dewleta Tirk ew qasî dijminê Kurdan e ku dikare bibêje, jineke 70 salî ya nexwende bi nivîsê propaganda kiriye, b i ser halan de kela dilê wê naşike, wê pîre jinê dixe hepsê jî.
AMED