NEWROZ XEBAT YILDIRIM


“Min jî li ser vê rêya dijwar 


Gelek kire qîr û hawar 


Da ji bo we jî rojekî


Dinya bibe gulbihar”


Wek Nurî Dêrsimî jî dibêje, em zanin te ciwantiya xwe û jiyana xwe li ser vê riya dijwar da, ta ku dinya li me û hemû zarokên Kurdistanê bîbe gulbihar. Lê me dixwest em vê biharê bi hevre bibînin hevalê min, nevîyê Seyîd Riza dilcoşê çemê Munzurê!

Dibe ku her mirin mirineke zû be! Lê hinek mirin jî ne tenê zû ne, tehl in têra xwe û bêwext in jî. Mirov ne li bende ye ku bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne, ger nebû red dike heta demekê! Mirov mirinê û wan kesan zû bi zû nikare bîne ba hev! Wan li cem hev bi lêv nake. 

Ev redkirina mirina heval Pîro bê guman bi ruhê wî yê herdem mina Munzurê ber bi azadiyê ve diherikî ve girêdayî bû ku zindanên dagirkeran jî nikaribûn vê biçilmisînin. Her saleke zêde, dibû sedem ku kêf û moralê wî yê bi şoreşê re gurtir û hêztir bibe.

Me nezî 7 salan li heman mekanê êsîrtiyê di zindanên dagirkeran de jiyanake têr û tije derbas kiribû! Her çiqas ji gelek rêhevalên zîndanê bi temenê xwe mezintir bû jî di sekna xwe ya rêxsitinî û kêf û eşqa jîyanê de her tim pêş me bû! Carînan min ji xwe re digot “Heval Pîro vê enerjiya bêdawî ji kû tîne gelo?” Bê guman bersiva vê pirsê zelal bû ku wî di raman û ruhiyeta xwe de baweriya xwe bi Tevgera Azadiya Kurdistan anîbû û pir zelal bû! Em karin bêjin piştî komploya 15 Sibatê yek jî wan hevalan bû ku li paradigamaya nû ya Rêberê Gelê Kurd bêguman xwedî derketibû û bi sekna xwe jî bibû mînak ji bo me!

Di demên herî teng û zehmet de jî rûyê wî devliken bû. Çi hevalên dihatin girtin û çi malbatên dihatin serlêdanên girtiyan jî ji wî kêf û moral digirtin. Li gel nebaşî yên tenduristîyê jî di jiyana rêxistinî ya zindanê de li pêşiya me hemûyan bû!

Ev sekna wî û ruhê wî yê şoreşger ne tenê hundirê dîwarên zindanan bi sînor ma. Piştî 22 salan dema ji zîndanê derket wek xortekî nûgîhayî dîsa dest bi karê şoreşgerî kir û xwest hemû enerjî û keda xwe ya heyî bixe xizmeta azadiya Kurdistanê.

Bi vê sekna xwe û helwesta xwe ya li derve dîsa bibû mînak ji bo me. Di pratîka xwe de digot: “Heta azadiyê rûniştîn ne karê şoreşgeran e.” Li gel ku tenduristiya wî xerab dibû jî ev ji xwe re nedikir mehne û kar û xebatên xwe di nav çapemeniya azad de didomandin ta roja ku jiyana xwe ji dest da!

Hevalê Salîh Ozdemîr ku me jê re digot Pîro wê bi vê sekna xwe û ruhê xwe yê şoreşger tim û tim riya me ronî bike û wê me mecburî karê şoreşê bike. Me mecbûrî azadbûna gelê me bike! 

Em jî soz didin te rêhavalê me! Ger em nikaribin bigihêjin tempoya te jî emê xewn û xeyalên te li erdê nehêlin ta teqet di cane me de hebe! Oxir be jî te re Pîroyê Dêrsimî!