ŞAM: Li paytexa Suriyê Şamê bi dehan welatiyên li taxên Zorava û Ekrad bi beşdariya xwendekarên zanîngeha Şamê bi munasebeta îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê şahî lidar xistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê MGRK’ê Hesen Ebdullah, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Îbiş, li ser navê Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz a Zanîngeha Şamê axaftin hatin kirin.
Di şahiyê de koma Şehîd Serhed jî govend pêşkêş kirin. Welatiyan jî li gel stranên şoreşgerî û durişmên dilsoziyan bi YPG’ê re tînin govend girêdan. Di dawiya şahiyê de şêranî li hate belavkirin.
YEWNANÎSTAN: Bi heman munasebetê bi sedan welatiyên Kurd ên li Yewnanîstanê li ser banga Komîteya partiyên Kurdistanî şahiyek hate lidar xistin. Şahî li Zanîngeha Bzorfort a bajarê Atîna bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berpirsiyarê Komîteya partiyên Kurdistanî li Îbrahîm Muslim axaftinek kir û rêveberî li gelê Rojavayê Kurdistanê û hêzên YPG/YPJ’ê pîroz kir.
Piştre endamê komîteyê û nûnerê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rewan Babanî axaftinek kir û damezirandina Komara Muhabad bi bîr anî. Babanî diyar kir ku îlankirina rêveberiya di roja bîranîna damezirandina Komara Muhabadê de gelekî bi wate ye. Babanî rêveberî li gelê Rojava pîroz kir û piştgiriya partiya xwe da diyarkirin.
Şahî starên hunermendên Kurd  ên li Yewnanîstanê û lîstikên hin komên govendê bi dawî bû.
HOLANDA: Bi hedan welatiyên Kurd li ser banga nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Mala Gel a bajarê Emistirdam kom bûn û şahiyek lidar xist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berpirsiyarê Partiya Yekîtiya Demokratîk Berzan Ezam axivî û rêveberî li gelê Rojava û YPG/YPJ’ê pîroz kir.
AVUSTURYA: Li bajarê Viyana yê Avusturyayê jî bi sedan welatiyên Kurd bi hemam munasebetê li navenda Çand û Hunera Kurdî kom bûn û şehiyek lidar xistin. Di şahiyê de sirûda “Ey reqîb”hate xwendin, piştre filmekî sînemayî li ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê hate pêşkêşkirin. Piştre li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Dr. Sebrî axaftinek kir û rêveberiya xweser silav kir. Di dawiya şahiyê de şêranî li welatiyan hate belavkirin. Her wiha cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kurdî hatibû xemilandin.

NAVENDA NÛÇEYAN