
Roja Cîhanê ya Kobanê doh li navenda Kobanê bi pîrozbahiyeke ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê ve organîzekirî bi rê ve çû.
Piştî 5 saetan ji şahiya Roja Cîhanê ya Kobanê ku li Dibistana Şehîd Azad a bajarê Kobanê hat lidarxistin, Komîteya Amadekar a şahiyê şervan, rojnamevan û endamên saziyên sivîl ku cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtibûn, xelat kir.
Di nava komîteya xelatkirinê de Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim û herdu cîgirên wî Xalid Berkel û Bêrîvan Hesen cihê xwe girtin.
Di şahiyê de her wiha berdevka fermî ya YPJ′ê Nesrîn Ebdullah, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serkêşiya Fermandarê giştî Ebdû Emced, serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik û bi dehan Endamên saziyên civaka sivîl û Enamên Partiyên siyasî amade bûn.
Qehremanên berxwedanê jî amade bûn
Qehremanên berxwdana Kobanê ango şervanên YPG/YPJ′ê yên ku di berxwedana efsaneyî de amade bûn jî serkêşiya pîrozbahiya Roja Cîhanê a Kobanê kir.
Diyarname li Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel Cemîl Mezlûm, Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Mihemed Ebû Adil, rojnamevanên ku berxwedaniya Kobanê şopandin û dehan şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ku cihê xwe di berxwedanê de girtin û hin ji wan jî birîndar bûne, hatin belavkirin.
Piştre Koma Dîcle ya girêdayî Navenda Baqî Xido û Koma Serxwebûn ku ji bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê hatiye hin ji stranên gelerî yên Kurdî û folkolorî pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de kesên beşdar govend gerandin û durişmeyên silavkirina berxwedana Kobanê gotin.
Li bajarên mayê yên Rojavayê Kurdistanê jî Roja Cîhanê a Kobanê bi şahiyan hat pîrozkirin.
KOBANÊ