Di pîrozbahiyê de Koma Zerdeştê Kal, Îbrahîm Kurdî, Koma Viyan, Koma Zarokên Rojê, Hunermend Nataliya, Rizgar Oskar û Xalid Agirî bi stranên xwe ve beşdar bûn.

Me jî nerînê beşdarên pîrozbahiyê yên derbarê salvgera Şoraşa Rojava de girtin: 

Xelîl Dêrîk: Şoreş azadiyê pêşî li Kobanê dest pê kir, piştre Efrîn, Qamişlo, Dêrik û wisa jî Kurdên rojava bi tevahî piştgirî dane şoreşa li dijî mirovên barbar û hov a bi ser ket. Em vê rojê li Rêber Apo, li şehîdan û tevahiya gelan pîroz dikin. Têkoşîn û şoreş hêna jî bi hemû aliyan ve didome. Hêzên me ber bi Minbicê ve dimeşin, gelên li Rojava dijîn nav vê şoreşê de xwe temsîl dikin. 

Gundî Dilberz (Dîroknas): Di demeke ewqas kurt de dîrokeke evqas dirêj û rûmet nivîsandin. Divê em bêtir dest bidin hev, da ku em jî layiqê wan şervanan bin. Ez bi wan bawer im ku dê di demeke kin de welatekî wisa ava bikin ku 50 mîlyon Kurd jî bikarin di nav de bi serbilindî bijîn. TEVDEM Şoreşê ENKS jî xizmeta dijminê Kurdan û dewleta Tirk dike. Ya rastî cihên wan di nav gelê Kurd de nîne. 

Hunermend Nataliya:  Ev ji bo Kurdan rojeke pîroz, pir girîng e, li tevahiya Kurdistanê pîroz dikim. Ew bingeha ku Partiya Karkerên Kurdistanê li wir danî bi destê YPG û YPJ’ê gihişt asteke bilind. Ji bo hemû Kurdan serbilindiyeke mezin e. Bi taybetî jî şervanên jin bûn sembola jinên azad yên cîhanê. Ez bang li Kurdan dikim, herkes çi ji destê me tê em bikin. Bi huner, siyaset, çek bi her awayî divê em serxwebûna Kurdistanê bi dest bixin.

Adnan Osê (Mamoste): Em wan lehengan ku ev roj diyariyê me kirine silav dikin. Ev şoreş bûye sembol û hêviya hemû gelan. Divê em dest bi dest, mil bi mil bixebitin, heya ji me bê em van nirxên pîroz biparêzin. Şoreşa me xelas nebûye, berdewam e. 

Diana Usubova (Meclîsa Jinên Êzîdî): Ez jî Êzîdiyeke ermenîstanê me. Şoreşa rojava beriya her kesî şoreşa Êzîdiyan e. Gava Êzîdî bi barbariya faşîzma DAÎŞ‘ê re rûbirû man li ba wan HPG, YPG û YPJ hebûn. Gava ez di van roj û çalakiyan de hejmara Êzîdiyan xemgîn dibim. Xelkê me gelek ferman dîtin, pir kişandin hê jî dikişînin. Ez rica dikim bila xwe nedine paş. Ez vê rojê li şehîdan, li şervanan û li tevahiya Kurdistanê pîroz dikim. 

Feyat Osman (rojnamevan): Şoreşa Rojava xewn û xeyalên me yên dused salan zindî kir, bi cih anî û hê jî dewam dike.  Şoreşa Rojava ligel rizgarkirina welat, rûmeta jin û mêrên Kurd jî li dinyayê bilind kir. Niha gava em behsa Rojava dikin dost dilşad dibin, dijmin jî bêhêvî dibin.


YEKO ARDIL/BERLIN