Şoreşa Rojava di salvegera sêyemîn de ji aliyê Kurdan û dostên wan ên li Hambûrgê dijîn ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di mîtînga li taxa Sternschanze de ji bo bîranîna cangoriyên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Piştre nûnerê PYD’ê yê Hambûrgê Ferhat Kobanê axivî û diyar kir ku ew şoreşa Rojava ya ku bi xwîn, ked û têkoşînê hatiye afirandin silav dikin.
Li bajarê Mannheîm jî salvegera şoreşa Rojava bi seyranekê hat pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî pîknîkê bûn û hevserokê Navenda Civaka Kurd Halîs Dogan axaftinek kir. Dogan got ew bi ruhê 15’ê Tebaxê şoreşa Rojava silav dikin.
Dogan bilêv kir ku li gorî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşa Rojava niha serketinê dijî. Dogan da xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlklirinê û diyar kir ku roja Çarşemê 22’ê Tîrmehê saet di 19:00’an de wê li Wassertûrm meşek pêk bê û banga beşdarbûnê kir.
Piştre Ozan Berbang û Koma Oz Riha derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.Kurdên li Rûsyayê dijîn û dostên wan, li bajarên Tambov, Yaroslavl û Moskow ên Rûsyayê, bi civîn û konseran 3. Salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN