
Di pîrozbahiyê de pankrata "Bi rihê avakirina PKK'ê ber bi azadîya serokatiyê ve" hate vekirin û alên PKK û YPG'ê hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê Kemal Ece axivî û diyar kir ku 36'emîn damezirandina PKK'ê bi berxwedana Kobanê re pîroz dikin. Ece, anî ziman ku gelê kurd tu caran dest ji têkoşînê berneda û niha ji bernade. Piştî axaftinê xebatkarên Navenda Çandê ya Şehîd Alî Temel derketin ser dikê û girse coşandin.
Li Cizîrê şahî
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê şahî hat lidarxistin. Şahiya ji aliyê Înîsiyatîfa gel ve li taxa Nur pêk hat gelek kes tevlîbûn. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û wêneyên PKK'iyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" "PKK gele gel li vir e" û "Bijî berxwdana Kobanê" hatin berzkirin. Girseyê heya derengî şevê govend girt û fîşekên hewayî teqandin.
Ji bo şahiya li Fîsê bang
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî ji bo tevlîbûna pîrozbahiya li gundê Fîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê bang hate kirin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê Abdurrahman Arslan têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Weke her sal îsal jî em dê bi hêz li Fîsê bin. Ez bang li hemû gelê Kerboranê dikim ku xwedî li berxwedana bi rûmet derbikivin dikim." Wesayît dê seat 07.00'an de li ber avahiya DBP'ê di 27'ê mijdarê de bi rê bikevin.
DIHA/MÊRDÎN/ŞIRNEX