
Pîrozbahiyên bi rasthatina 39. salvegera damezrandina PKK´ê weke Kurdistanê li gelek deverên Ewrûpayê jî dewam dikin. Kurdistaniyên li Danîmarkayê xwe amade dikin ku şeva şemiya bê, salvegera damezrandina PKK pîroz bikin. Ciwanên welatparêz jî li Kopenhagê mîtîngeke meşaleyî lidarxistin.
Di çalakiyê de ji bo beşdariya xurt ji bo pîrozbahiya şeva Şemiyê, bang hat kirin.
Li bajarê Fransayê Mantes La Jolie yê li rojavayê paytext Parîsê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad, salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK’ê û Ciwanên Azad hatin hildan.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘PKK gel e, gel li vir e’ hatin gotin.
Li aliyê din di çalakiyê de doza azadiya Ocalan hat kirin. Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya 2’ê Kanûnê ya li Stûttgartê hatkirin û hat xwestin bi ruhê ‘Serî Hîlde’ beşdarî pêk bê. Di çalakiyê de girîngiya beşdariya çalakiya li Strasboûrgê jî hat vegotin.
KOPENHAG / PARÎS