Kurdan û dostên wan li Frankfurtê û Linzê salvegera damezrandina PKK´ê pîroz kir. Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi pêşengtiya NCDK´yê salvegera damezrandina PKK´ê hate pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî merasîma li Griesheimê bûn. Li ser navê Komîteya Amadekar Mustefa Pazarcik got, “Em wan kesên em gihandin vê rojê di serî de Rêber Apo şervanên azadiyê hemûyan silav dikin. Îro li sengerên Rojava bi ruhê Kemal, Xeyrî û Egîdan li hemberî dijmin em li ber xwe didin. Em ê ala wê têkoşîna bi rûmet heta dawî hilgirin.”

Li ser navê KCDK-E´yê jî Baran Munzur got, “Tevgera PKK´ê bi komekê gihîşte bi milyonan mirovî.”

Di beşa çandê ya şevê jî hunermend Azad Bedran, Hozan Seyîdxan û Silbus û Tarî derketin ser sehnê. Her wiha sînevîzyon jî hate nîşandan.

Salvegera 41’ê a damezrandina PKK’ê li bajarê Awusturyayê Lînzê jî hate pîrozkirin. Siyasetvan Nûrsel Aydogan di şevê de got, Kurdan li Rojava serketinên mezin bi dest xistin: “Xwerêveberî ragihandin. Hêz û serketina Kurdan ji aliyê dinyayê ve hate dîtin. Lê belê niha her kes kiryarên Tirkiyeyê dibîne. Ji bo serketina Kurdan asteng bike çi jê tê, dike. Êrişên li dijî Rojava, desteserkirina şaredariyên Kurdan ji bo em dest ji her tiştî berdin tên kirin. Em ê li ber xwe bidin û ti carî dest jê bernedin.”

Di şevê de piştî sînevîzyonê Hozan Farqîn Azad, Çetîn Oraner, Dilo Dogan, Koma Dem û Koma Zarokên Amara derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.

 

 FRANKFURT/LINZ