21’ê heyvê ye sibe. Sibe sersal e, cejn e, Newroz e.
Roja agir e sibe!
Roja keskesorê; roja vebûna kulîlkên beîvan, tilîliyên dayikan…
Sibe roja kurê aran, Kawa ye!
Sibe roja roniya xêtîrkên nola Zekîya ye!
Sibe roja kevoka ye: postspî, baskspî, perîspî…
Her çiya sibe dê serbilind be weke Cûdî.
Sibê ne roj ji şevê, ne şev ji rojê dixwe.
Xweza sibe dê bibê mîna bûkeke li ber guheztinê, li ser rojan……
Newroz e sibe.
Sibe peyv jî dê bi firê bikeve:
Roja helbestê ye sibe; roja gotina herî serhildêr, peyva herî dildar …Weke ya ar, sibe ye roja jidayikbûna helbestkar: Roja Braboz, Abdulsamed Babekî, Baba Taherê Uryan, Xanî, Cizîrî, Salim û Mehwî , Koyî, Cegerxwîn…û Osman Sebrî.
Di heman rojê de ji diya xwe bûne neviyên wan jî: Mela Îmadedîn, Rojen Barnas, Berken Bereh, Mem Ronga, Ehmed Hûsynî, Sabah Kara…
Roja jidayikbûna nevîçîçirkê wan e jî sibe. Ya Rênas Jiyan, Lal Laleş , Kawa Nemir û ya Îrfan…û rojbûna Osman e jî. Ya Rodî, Cîhan, Jan…hemû nivşên Rewşenê û piştî Rewşenê: Welat Dilken, Dîlber Hêma, Gulîzer û Stêra Esmer…
Bi peyvên ji rêzê be jî helbest, helbest ne ji rêzê ye…
Helbest kaniya ku ziman jê dizê ye…
Kaniya ku ji dem û dewranan, ji wextên bi salix û bêsalix der tê, û bi zeman û zemanan re diherike…
Berî hemû kur û nevî û neviçîçirkan, kalê kalan Babekî ji wextên dêrîn peyv li teyrê zeman siwar kiriye, weke hatina biharê, mizgînî firandiye ber bi zemanên rengîn ve:
Dîla şa be,çi xweş hat dem bihar e
Reşemeh çû,terezan bûn diyare
Nîhal derbûn,xîşa hat av û dar e
Befir ker ker bû,bû keftî nizar e
Kulîlk û gul bi kem derçûn li kajan
Sivik hat,nêrgiza mest kofîxwar e.1
Hemtemenê kalê kalan bi çilê xwe ji Babekî mezintir Baba Taherê Ûryan,di heman rawestgeha zeman de ji ser erdnîgariya kohî, ji Loristanê weha lorandiye bi lorîkî:
Çunan feslî wehare, şewî yaran
Şewerey dîmî yare,şewî yaran
Borê ta badeyî weslit binoşim
Kî mergî întizare, şewî yaran 2
Aşiq ew e ku herdem bi bela be
Mîna Eyûb bi kurman muptela be
Weke Hesen binoşe tasa jehrê
Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be 3
Kurê şîrhelal Xaniyê giyankurd ji bav û kalên xwe bi baş de nemaye, weke ji sureyeke Quranê werdigire peyvê, peyv wisa zêde kiriye bi ser peyva ji bavûkalan mayî de:
Sazî dilî kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê ‘eşqê Zîn û Mem bit
Şerha xemî dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim, dibêje û bi malikên li jêr reşebirîneke bi destê leşkerên arteşa kelereşkan di mêlaka baweriyê de vebûye radihîne me:
Rom û Hebeş û Fireng û Tatar
Herçî ku nekir bi dîn î îqrar
Neçarî gelek bi şûr fenabûn
Hetta ku hinek bi dîn teba bûn
Pûtxane bi agirê dişuştin
Atêşgede cimlekî ve kuştin 4
Ji meclîsa rihspîyên peyvê şairê nav nediyar berî Xanî binê peyva Xanî mohr dike, disediqîne:
Hormizgan riman atiran kujan
Weşan şardewe gewrey gewrekan
Zorkarî ereb kirdine xapûr
Ginaw paleyî heta Şarezûr
Şîn û kenîkan we dîl beşêna
Mêrd azar tilî we rûy hiwêna
Rewişt Zerdîştire manewe bê des
Bezêka nêka Hormiz we hêç kes.5
Rewişta Zerdeşt bêpişt û dest û piştgir mabe jî, li tevî Hormiz hîç kesek bi gazî û hawara agir ve nebaziya be jî, Feqî derdawê xwehildide, lewendiya li zendê xwe badide, dibeze ber bi Cizîrê, Cizîra payitextê Mîrektiya Botan, bajarê bi Birca Belek bi nav û nîşan, warê Mem û Zînê ve…û li ber şetê Dicle bi zimanê avê dikelime bi avê re:
Ey av û av ey av û av
Ma tu bê eşq û muhbet î
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekn û bê rahetî
Bê rahet û bê sekne yî
Yan ‘aşiqê baxê xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
Ji işqa kê natebitî 6
Bi zarê xwe yê hingor-hingivîn avê rawestîne, pê re têkeve muhbetê jî Feqî, Mela şebçiraxtiya xwe dixe bîra me û peyvê weha di ber Feqî re diavêje:
Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebî lehlan im
Dil di benda giriha zilfan im
Yûsifî cirhekeşî hicran im
Niqteyî daîreyî rindan im
Lew şebî daîre sergerdan im
Badenûşî qedehî hirman im
Bedel ateş ji ceger biryan im
Lew perîşan im û pir êşan im
Aşiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî Baxê Îremî Buhtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan im 7
Sibe li qadên pîrozbahiyê Newroj bi çepk û tilîliyan, bi srûd û diruşman, bi govend û stiranan, û reng û deng û ahenga neteweyî bêt pîrozkirin jî; helbest bi per û bi bask nebe li wan qadan, di ser surh û kelehên Amedê re neqewize, li Geliyê Lolan olan nede… û helbestkar: çekdarê peyvê, zêrevanê perestgeha ziman, li vê qadê li wan meydanan nexuye; Newroz dê kêm be, peyv dê kêm be, peyam dê kêm be…
Bi hêviya di rojên pêş de helbestkar kirasê ji êgir ê helbestê bi ser bejn û bala roja dêmagir de berde û bi dengê xwe erd û ezman bi cizbê bixîne; Newroz pîr î pîroz be, Roja Helbestê pîroz be li we!
1.Kovara War,Jmr.2
2. Kovara Gulan Jmr.2 .
3.Baba Tahirê Uryan,Du Beytî,Sabah Kara,Wş.Nûbihar
4.Di Dîroka Kurditan de Dêrsim,N.Zaza
5.Mem û Zîn,E.Xanî,Wş.Lîs
6.Ey Ave av,Feqiyê Teyran,Wş.Ens. Kurdî/Stenbol
7.Dîwan, Melayê Cizirî,Wş Aras
PÎROZNAME