KADRÎ ESEN / MA/NAVENDA NÛÇEYAN
Hec Elî got, nîqaşên di navbera MSD û rejîmê de çi dibin bila bibin, ew ê dev ji pergala xwe ya perwerdeyê ku ev çend sal in wan ew saz kiriye, bernedin û radestî rejîmê nekin.Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî destnîşan kir ku li Federasyona Bakurê Sûriyeyê perwerdeyê bi awayekî fermî bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî didin û îsal 642 hezar û 922 xwendekaran dest bi perwerdeyê kiriye.
Li Federasyona Bakurê Sûriyeyê li gel hemû şert û mercên zehmet jî serdema nû ya perwerdeyê beriya hefteyekê dest pê kir. Li seranserê federasyonê 642 hezar û 922 xwendekar hene û 41 hezar û 68 mamoste di karê perwerdekirina van xwendekaran de erkdar in. Perwerde bi awayekî fermî bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî tê dayîn.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî têkildarî serdama nû ya perwerdeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji rojnameya me re axivî û agahiyên girîng parvekirin. Hevserok Hec Elî diyar kir ku amadekariyên xwe yên ku ji mehên havînê ve ji bo serdema nû ya perwerdeyê dane destpêkirin bi dawî kirine.
Milyonek û nîv pirtûk
Hec Elî da zanîn ku perwerdeya pisporiya meteryalan û pedagojîk dane mamosteyên xwe û wiha peyivî: “Di encama perwerdeyan de me li seranserê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji bo dibistanên seretayî 15 hezar, ji bo dibistanên navîn 5 hezar û ji bo dibistanên amadehiyê jî 3 hezar mamoste gihandin. Her wiha me milyon û nîv pirtûkên bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî jî çap kirin.”
Hecî Elî têkîldarî hejmara xwendekar, dibistan û mamosteyan got, li Kobanê 108 hezar û 284, li Minbicê 96 hezar û 877, li Tebqayê 50 hezar, Reqqayê 69 hezar, Dêrazorê 108 hezar û li Cizîrê jî 210 hezar û 761 bi giştî li seranserê Federasyona Bakurê Sûriyeyê 642 hezar û 922 xwendekar hene û wiha dewam kir: “Ev xwendekaran li 4 hezar û 267 dibistanan bi destê 41 hezar û 68 mamosteyan wê bên perwerdekirin.”
Heta sinifa 3´yê her kes bi zimanê xwe
Hec Elî di dewamê de destnîşan kir ku perwerdeyê bi awayekî fermî bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji pola yekemîn heta pola sêyemîn ji bo hemû pêkhateyan bi zimanê dayikê perwerdeyê didin. Di pola 5’emîn de dersên Ingilîzî jî tên dayîn. Li seranserê Federasyona Bakurê Sûriyeyê heta pola 9’emîn perwerde mecbûrî ye.” Li Bakurê Sûriyeyê ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê heta niha di warê siyasî de statuya herêmê gelek caran hat guhertin. Li ser pirsa me ya têkildarî bandora vê yekê, Hec Elî got, ji ber ku ji destpêka şoreşê ve bernameya wan a perwerdeyê heye û guhertina statuya heremê bandoreke zêde li pergala wan a perwerdeyê nekiriye.
Efrînî wê li Şehba perwerde bibin
Hec Elî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi bîr xist û diyar kir ku ji ber dagirkeriyê, zarokên Efrînê nikarin li Efrînê perwerde bibin û wiha pê de çû: “Wekî par îsal jî Komîteya Perwerdeyê ya Şehbayê wê zarokên Efrînê perwerde bike. Me pirtûk ji wan re amade kirine. Di rojên pêş de em ê ji wan re bişînin. Her wiha xwendekarên zanîngeha Efrînê jî li Zanîngeha Rojava ya Cizîrê hatine bicihkirin.
Elî herî dawî bal kişand ser hevdîtinên di navbera rejîm û MSD’ê de diyar kir ku di hevdîtinan de hîna beşa perwerdeyê nehatiye nîqaşkirin û got, nîqaş çi dibin bila bibin, ew ê dev ji pergala xwe ya perwerdeyê ku ev çend sal in wan ew saz kiriye, bernedin û radestî rejîmê nekin.