‘Pirs’ hem kêfxweş hem hîn dike
Mirov dikare bi bernameya ‘Pirs’ê hem sebra xwe bîne hem jî derheqê dîrok, ziman û çanda Kurdî de agahiyên nû fêr bibe. ‘Pirs’ bernameya lîstika pêşbirka agahiyan e ji bo telefona destan.
Endazyarê nivîsbariya kompîtirê Ferhad Baysal lîstikeke dijîtal a derbarê dîrok, ziman û Kurdî de çêkir. Mirov dikare bi lîstika ‘Pirs’ê hem wextekî xweş derbas bike hem jî tiştên nû hîn bibe.
Di qada dijîtal de ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û agahdarbûna ji dîrok û çanda Kurdistanê, hinek berhemên nû tên hilberîn. Yek ji wan berheman jî lîstika pêşbirka agahiyan a bi zimanê Kurdî, ‘Pirs’ e. Pirs bernameyek e ji bo telefona destan e, herçî bixwaze dikare li ser telefona xwe bar bike û sebra we pê bîne.
Bi Kurmancî û Tirkî
Lîstika ‘Pirs’ bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên Latînî ye. Ji bo kesên bixwazin derbarê dîrok, ziman û çanda Kurdî de agahdar bibin, hilbijêrka zimanê Tirkî jî di nava lîstikê de heye.
Nêzî 10 hezar pirs
Lîstik ji pêşbirka agahiyên derbarê dîrok, çand û zimanê Kurdî de pêk tê. Heya niha 10 hezar pirs hatine bar kirin û wê her biçe, pirsên zêdetir lê bên barkirin. Herkesek bixwaze vê lîstikê bi pirsên xwe dewlemend bike, dikare pirsên xwe ji bo berhemhênerê lîstikê bişîne.
Encama rojên karantînayê
Lîstika, ‘Pirs’ ji aliyê endazyarê nivîsbariya kompîterê û dîzyna dîjîtal Ferhad Baysal ê ji bajarê Nîsêbîn a Bakurê Kurdistanê ve hatiye çêkirin. Baysal ku niha li gundekî Belçîkayê dijî, diyar kir wî vê lîstikê di dema karantînaya 2 mehî ya Covid-19 de çêkiriye û dixwaze dibin sîwana ‘Leyzok’ de gelek berhemên bi vî awayî yên xizmetê ji çand û zimanê Kurdî re bike, çêke.
Taybetmendiyên ‘Pirs’ê
Ferhad Baysal têkildarî şêwazê bikaranîna lîstikê van agahiyan da, “Aplîkasyona ‘Pirs’ ji gelek beşan pêk tê. Her beşek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pûanan. Ji bo her bersiva rast 4 pûan tê dayîn, ji bo her bersiva şaş 2 pûan kêm dibe. Weke din di hûndirê aplîkasyonê de destûra lîstikvanan dide ku bi hev re bilîze. Heke ji bo şerekî lîstikvanek wê kelîkê peyda nebe, dikare bi robot re jî bilîze. Dema 2 lîstikvan bi hev re dilîzin ji wan heman pirs tên pirsîn, bersivên hev dibînin û serketin li gora hêjmara bersivên rast tê diyarkirin. Navê wan 50-50, derbaskirina pirsê, rapirsiya temeşevanan, jêbirina demjimêre. Ji bo her astekê, lîstikvan dikarin carekê bikarbînin. Wekî din gelek lîstikvan dikarin pûnanên xwe bi hev re berawird bikin.”
Dikarin rapor bikin
Eger lîstikvan rastî pirseke çewt were an jî xweşa wê neçe dikare rapor bike.
Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkêyê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar dikarin bi hêsanî bigihijin agahiyên derbarê lîstika xwe û yên din de.
Li gorî zanyariyên ku Ferhad Baysal daye, heya niha li ser ‘Play Store’ nêzî 2 hezar şîrove hatine kirin û bi hezaran kes lîstiye.
Lînka aplîkasyona “PIRS”:
https://play.google.com/store/apps/details?id=kurdi.leyzok.pirs
Rûpelên Leyzokê:
Twitter: twitter.com/leyzokcom
Instagram: instagram.com/leyzokcom
Facebook: facebook.com/leyzokcom
Malper: http://www.leyzok.com
ROJNEWS/SILÊMANÎ