Şahoz Hesen: Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, Sûrî kete pêvajoyeke nû û rêya li pêşiya danûstandinên siyasî yên Sûriyê hat vekirin. Lê ev ne di berjewendiya dewleta Tirk de ye, ji ber wê hewl dide van danûstandinan bi rêya lihevkirinên bi Rûsya û Îranê re asteng bike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen der barê rewşa dawî a Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûrî de peyivî. Şahoz Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serketina şervanên QSD´ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê û got; "Serketinên bidestxistî, serketinên gelê Sûriyê û tevahiya mirovahiyê ne. Ji ber ku di serî de li Kobanê li seranserê Sûrî li ser navê  rûmetê berxwedaneke bê hempa hat meşandin. Em vê serketinê li tevahiya mirovahiyê, hêzên demokratîk û kesên ku rol di tinekirina hêza terorîst de lîstine, pîroz dikin. Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, Sûrî kete pêvajoyeke nû û rêya li pêşiya danûstandinên siyasî yên Sûriyê hat vekirin. Bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser destketiyên mezin li ser tevahiya astan bi dest xistine. Lê ev tişt ne di berjewendiya dewleta Tirk de ye, ji ber wê hewl dide van danûstandinan bi rêya lihevkirinên bi Rûsya û Îranê re asteng bike. Tirkiye bi rêya van lihevkirinan Efrîn dagir kir, ji ber wê aloziya Sûriyê her ku çû kûrtir bû."

Em ji bo mafê gelan têdikoşin

Hesen diyar kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê hewcedarî bi pergaleke demokratîk heye û got; "Têkoşîna me di heman demê de ji bo mafên gelê Kurd û rûniştandina pergala demokrasiyê li Sûriyê ye. Ji ber ku pergala demokratîk vîna gel bi tevahiya pêkhateyên xwe ve qebûl dike. Gelê Kurd jî vê rêgezê bi rêya jiyana hevbeş bi pêkhateyên din re dide rûnandin. Her wiha desketiyên bidesxistî, vîneke demokratîk û hêzeke mezin afirand, û karî li hember DAIŞ`ê bisekine. Ev destketî bi saya rêveberiya herêmê ya siyasî bi dest hatin xistin. Em dibêjin, bêyî çareseriya doza Kurd demokratîkbûna Sûriyê ne pêkan e."

Ti gava çareseriyê tine ye

Li ser civînên ku heta niha ji bo çareseriya aloziya Sûriyê  pêk hatine jî Şahoz Hesen got; "Li ser asta dîplomasiyê, xebat baş in. Bandora wê jî hebû û girêdayî gefên Tirkiyeyê bû. Ji bo dîplomasiya me ya derve bi awayekî giştî tecrûbeya me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê qebûlkirin. Lê biryara siyasî ya Sûriyê li aliyekî bi lihevkirin û nakokiyên di navbera Emerîka û Rûsyayê de û li aliyê din hewldanên Tirkiyeyê ji bo têkbirina destketiyên gel ve girêdayî ye. Bi baweriya min heger gefên Tirkiyeyê werin nîqaşkirin, divê doza Kurd, mijara demokratîkkirina Sûriyê û awayên pêkanîna wê jî werin nîqaşkirin. Lê mixabin, niha ti gava cidî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tine ye."

Em ê li hember komployan bisekinin

Li ser daxuyaniyên rejîma Sûriyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Hesen got, "Wek aliyekî siyasî em ne li dijî ti aliyekî siyasî yê din in. Em bi pirrengî, cudabûna nêrîn û fikrên siyasî re ne. Em ji nêrînên aliyên din re rêzdar in, ji ber ku bi pergala nenavendî û demokratîk em dikarin bigihîjin çareseriyeke giştî ji aloziyê re ku mafên aliyên siyasî yên cuda yên Sûriyê misoger dike. Divê gelê Sûriyê bi giştî pêkhateyên xwe ve, bi taybetî aliyên siyasî yên demokratîk û kesayetên niştîmanî çi ji hundirê Sûriyê yan jî ji opozîsyonê dibe, zanibin ku yekrêziya refan, bingeha demokrasiyê ye û pê em dikarin li hember komployên li dijî Sûriyê bisekinin."

 

ANHA/QAMÎŞLO