Xizmên windayan ku her roj bi heviya windayên wan bên dîtin dijîn, hêvî dikin ku rojekê zarokên wan li malê vegere. Ji bo ku zarok û xizmên wan li malê vegere, serî li hemû rê û rêbazan didin. Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vê yekê 30’ê Tebaxa 2006’an de „30’ê Tebaxê Roja Windayiyên Cîhanê“ îlan kir. NY’ê her wiha di 6’ê sibata 2011’an de jî „Li Dijî Windakirina Tevahiya Mirovan a bi Zorê Peymana Navneteweyî ya Parastinê“ xist rojevê. Ev peyman tenê ji aliyê 61 welatan ve hate îmzekirin. Lê 20 welatên ku divê bibin alî hêj evpeyman îmze nekiriye. Yek ji van welatan jî Tirkiye ye. Li Tirkiyeyê li gel ku 17 hezar welatî winda ne û Tirkiye li hemberî vê peymanê bêdeng e.
Li Cîhanê 2 milyon welatî winda ne
Li gel ku tam hêjman nediyar e jî li tevahiya cîhanê 2 milyon winda hene. Her wiha roj bi roj hêjmara windayan zêde dibe. Li gori rapora Xaça Sor a Navneteweyî li Iraqê di ji sala 1980’an heta niha 375 hezar û milyonek winda hene. Li Yugoslavyayê zêdeyî 17 hezar welati şinda ne. Li Angolaye 22 hezar, li Şîlî, Arjantin, Cezayîr û gelek welatên din jî bi 100 hezaran welatî winda ne. Li Tirkiyeyê jî 17 hezar welatî winda ne.
Li gel Peymana Neteweyên Yekbûyî heta niha Tirkiyeyê tu gav neavêtiye. Li Arjantînê ji bo 30 hezar welatiyên ku di nava salên 1976 û 1982’an de hatin windakirin di sala 1977’an de komek dayik li pêş avahiya hikûmetê li ber Plaza Del Mayo dest bi çalakiyê kirin û dawiya dawi encam girt. Dîsa li Cezayirê xiznên windayan ji bo winda bên dîtin têkoşîna xwe xwe berdewam dikin.
Berxwedana Dayikên Şemiyê
Li Tirkiyeyê jî Dayikên Şemiyê ku her hefte roja şemiyê li Qada Galatasarayê kom bidin bi boneya 17 hezar welatiyên ku hatine windakirin bên dîtin çalakiya xwe berdewam dikikn. Li milekî Dayikên Şemiyê li Stenbolê, li milê din jî Xiznên windayan li Cizîr Amed, Êlih, Riha û hin bajarên din çalakiyên xwe berewan dikin û her ku diçe hêjmara çalakgeran mezin dibe. Dayikên Şemiyê ji 27 gulana 1995’an heta niha bi dirûşmeya „Fail diyar in winda li ku ne“ her hefte çalakiyan li dar dixin û dixwazin winda bên dîtin. Çalakiya dayikên aştiyê 16’ê salin berdewam dike. Dayikên Aştiyê beriya hilbijartina 12’ê Heziranê bi Serowezîr re hevdîtin pêk anîn û daxwatên xwe anîn ziman. Lê her çend Serokwezir hin soz dan jî heta niha tu gav neavêtiye.
Li aliyê din li Tirkiyeyê ku her roj gorên komî tên dîtin û kolandin heta niha di 88’ gorên komî de hestiyê hezar û 298 kesan hate dîtin. Li Cizîr, Amed, Bedlîs û Dêrsimê hestî hatin dîtin. Li gel şahid û çavdêran hêj der barê JÎTEM’ê û berpirsiyaran de tu lêpirsîn nehatiye kirin û kujer nehatine darizandin.
DÎHA/STENBOL