Kêşmekêşa siyasî ya 24 salan piştî serhildana salên 90'î li Başûrê Kurdistanê di navbera YNK û PDK de, di sala 2005'an de bi avabûna mixalefeteke civakî  û piştî wê jî bi gewdebûna mixalefeteke desthilatxwaz a siyasî hem di komên îslamî û hem jî tevgera Gorran û çend partîyên din ên siyasî de gav avêt qonaxeke nû. Lê ti carê ev mixalefet li ser binegeha daxwazên girseyê xwe bi rêxistin nekir, gel mîna pêlikan bikar anî û guhartinên herî piçûk jî di sîstema rêveberiya Başûrê Kurdistanê de nekir. 

Lê piştî 24 salan tabloya siyasî ya Başûrê Kurdistanê li ser dûryaneke dîrokî ye; ew ê yan bibe sîstemeke serokayetiyê ya dîkatorî yan jî bibe sîstemeke demokratîk a Parlemanteriyê, di vê kêşmekêşê de ji ber danûstandina li ser hin nirxên madî mîna kursî û derfetên aborî, ti tiştî di tabloya siyasî ya Başûrê Kurdistanê de naguherîne. Danûstandin di nava partîyên desthilatdar de jî tenê di nava komêkê de ma û daneket nava hemû organên wan ên rêxistinî, ji bo ku karbin tevlî vê niqaşê û danûtandinê bibin, eger hemû jî nebe beşek ji civakê dikarîbû tevlî mekanîzmaya guhertinê werê kirin. Ev koma nava partiyan bi taybetî jî PDK, YNK û Gorran heta astekê bi pirranî çavkaniya Petrol, hatinan û çavkaniyên aborî û çapemeniyê kirine yekdest û yên derveyî wan jî tevî ku nerazîbûna wan ne kêm e jî ne bi rêxistin in.

Niha jî hemû nîqaş li ser kursiya serokê herêmê xetimandine tevî ku ev pirsgirêk yek ji encamên wê zihniyetê ye ku bi salan e Başûrê Kurdistanê birêve dibe; ji wê wêdetir pirsgirêkên rojane û li ser hev kombûyî ew qasî zêde bûne ku êdî hatine ber teqînê. 

Her roj kûrbûna kirîzên navbera Hewlêr û Baxdayê, tinebûna elektirîk, av, benzîn, xizmeta tendrûstî û perwerdeyê, zêde bûna şideta li dijî jinan û êrîşên DAIŞ´ê û ziyan êdî gihiştine asta alarma sor. Weke ku ev ne bes be van rojên dawî bi zanebûn carekîe din pêlên koçberiyeke nû ya mîna salên 90´î dibînin ji Başûr destpê kirîye, destpêkê Êzdî hatin koçberkirin û ne tenê bi wan re sînordar ma, pêleke pir berfireh a koçberbûna Ciwanan destpê kiriye. 

Rojane bi sedan ciwan bi rêya torên bazirganên mirovan di ser rêyên Tirkiyeyê re berê xwe didin derveyî welêt. Ev hemû jî berhem û encamên sîstema xetimandî ya Başûrê Kurdistanê ne ku ji alî van partîyan ve tê birêvebirin, her yek jî li ser avakirina hegemoniya xwe kar dike û hewildana lawazkirina yên din dike bêyî ku li berjwendiya gel bifikirin. 

PDK´ê wer bawer dike ku bi israrkirina li ser sîstema serokayetî û careke din hilbijartina Mesûd Barzanî weke serokê herêmê dikarê plana xwe bi ser bixe, yên dijberê vê planê jî wer bawer dikin ku bi têkbirina vê planê ew ê bi serkevin, lê dema PDK´ê bi hinan ji wan partiyên dijberê sîstema serokayetiyê re bazarê dike, bi taybet a danûstandinên dawî bi Yekgirtûya Îslamî re, ava berjewendiyên aborî diherikîne devê wan, dibe ku dema pêş ji YNK jî heman encam derkeve, lê ev hîna jî ne diyar e. Ji ber ku ev partî ji perspektîfa desthilatdariyê li her tiştî dinêrin û hewl didin hêzê li navendekê kom bikin, nikarin ji vê kirîzê derkevin û her diçe jî ji Civakê dûr dikevin.

Niha gotineke pir tê bihîstin li Başûrê Kurdistanê ew e ku dibêjê: "kî bi PDK´ê re li ser hesabê civakê li hev bike, wê bi xwe têk biçe" û mînaka YNK´ê didin ku bi dirêjkirina dema serokayetiya M. Barzanî di 30´ê Hezîrana sala 2013´an d ji bo 2 salan, YNK´ê bi xwe bi kirîza têkçûna li hilbijartinên bihurî re rû bi rû ma. Niha jî heman çarenûs di nava hin partiyan de dibe ku dubare bibe. Tekane rê heye ku niha di bin navê lihevkirinê de dikare xwe û civakê ji kirîzê rizgar bikin, pêkanîna sîstemeke demokratîk e ku li ser bingeha berjewendiya civakê be, neke berjewendiya aboriya Partiyan siyasî be. 

Dema ez vê gotarê dinivîsim Kerkûk bi êrişeke mezin a DAIŞ´ê re rû bi rû ma, lê Gerîla di kêleka pêşmergeyan de çeperên berxwedanê bihêz kirin û parastin, lê berpirsyarê navenda asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêjê, "divê PKK Qendîl û Şengalê vala bike". Ev zihnîyeta herêmî û teng, çavkaniya pirranî pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê ye. 

Kêşmekêşên Başûrê Kurdistanê ne tenê siyasî û aborî ne, lê kêşmekêşa van partîyên siyasî bi civakê re û tevahî jî kêşmekêşeke îdolojîk e, yek ji van ciwanên ku derketiye derveyî welêt dibêjê, "min di dema Hilbijartina 7´ê Hezîranê yên li Tirkiyê desteka manewî da HDP´ê, çima partiyên Başûr fam nakin ku gel ji Başûrê Kurdistanê  destekê dide HDP´ê? Divê êdî partiyên me yên Başûr fêm bikin ku meseleya me demokrasî ye, ne tenê pirsgirêkeke neteweyî ye". Gotinên vê ciwanê û bi sedan xiwanên mîna wê dibe kû rewş û pirsgirêka li Başûrê baş rave bike.