Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haber tv bû û lîstikên hêzên navneteweyî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û weha got,

Dewleta Tirk dagir dike, êrîş dike. Komkujiyan dike. Kê qetil dike, Kurdan qetil dike. Çima, xaka Sûriyeyê dagir kir û dibêje “Ez alîgirê yekparebûna xaka Sûriyeyê me”. Wê demê divê mirov sedema vê fêhm bike. Sedema wê jî hebûna Kurdane. Bi rengekî eşkere dibêje, ‘teror‘. Li gorî zîhniyeta heyî ya dewleta Tirk ‘teror‘ û Kurd tên heman wateyê. Tê gotin ku pirsgirêk pirsgirêka yekparebûna xaka Sûriyeyê, desthilatdariya siyasî ya Sûriyeyê ye. Lê belê pirsgirêka bingehîn dewleta Tirke.

Pirsgirêk pirsgirêka faşîzma AKP/MHP’ê ye. Yê ku dagir kiriye, komkujiyan dike, êrîşan dike dewleta Tirke. Pirsgirêk ew e. Gelo ji ber çi dike, ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan dike. Divê ev yek bi rengekî eşkere bê destnîşankirin. Dijminê Kurdan, Ermen, Asûr, Suryan, Rûm, jinê û gelan hemûyane. Yê li hemberî me Hîtleriyeke nû ye. Çawa ku di sedsala 20’an de Hîtler dijminatî li hemû nirxên li Ewropayê kir, di çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê de faşîzma AKP/MHP’ê heman dijminatiyê li nirxên Rojhilata Navîn dike. Divê ev rastî bê dîtin.”

 

ANF/BEHDÎNAN