Li gund germahî derdikeve heta 50 pileyî û pirsgirêka elektirîkê heye, gundiyên sarinc û vantîlatorên wan şewitîne li dijî rayederan nerazîn e. Muxtarê gundê Elwendî Alî Temîz got, “em nikarin bixebitin, debara li gund, tenê cotkariye. Ji ber pêlên di elektirîkê de çêdibin amûrên me dişewitin. Temîz wiha bang li rayederan kir: Bila tavilê çareseriyek ji van pirsgirêkan re were dîtin. Di serî de DEDAŞ û Walîtî û saziyên weke wan, van pirsgirêkan çareser bikin û em dixwazin rayedar ji bo me hestiyar bin.

'Gundî şeperze bûne'
Temîz diyar kir, ku di nava heftiyekê de 3 motorên avdanê şewitîn e û wiha got, “di nava heftiyekê de 3 motorên min ên avdanê ji ber pêlên di elektirîkê de pêk hatin şewitîn. Bihayê van motoran jî 4-5 hezar Lîreyên Tirk in. Nizanim, ka emê çawa kar bi dest bixin, çawa debara xwe bikin? Her tim em zirarê dikin“. Temîz diyar kir, ku wan bîrên avê vekirine lê belê, motorên di bîrên avê de jî şewitîne û wiha pê de çû: “Ti bîrên me yên neşewitî neman. Carna em dibêjin, emê devê bîran bigirin û biçin malên xwe û nexebitin; Lê belê heke em nexebitin, wê kî ji me re bixebite û debara me bike? Emê çawa debara xwe bikin? Min 3 caran daxwazname da DEDAŞ”ê lê belê bersiva dane min; Emê çêbikin, xebatên me didomin, me daye îhaleyê bû. Lê weke her kes dibîne, ti xebat nayê kirin. Ez çûm Walîtiya Amedê û min xwest rayedar werin gund, ji min re gotin; çêbu. Lê ti kes nehat. Bi awayekî berbiçav me dixapînin. Ji ber ku me dengê xwe daye BDP yanî ji ber ku em alîgirî aştiyê ne ev helwest û nêzîkatî li hemberî me heye. Bila ev pirsgirêk tavilê were çareserkirin gundî şeperze bûne!. 

DÎHA/AMED