Pêkanîna Walitiya Amedê ya "Pêkanîna qutkirina bi kontrol a ceyranê" ku li şûna çareserî ji pirsgirêkê re bibîne aniye, pirsgirêkê çareser nake. Ji ber pêkanîna walitiyê gelek gund bê ceyran dimînin û ji ber qutbûn û pêlbûna ceyranê gelek amûrên bi ceyran dişewitin û xirab dibin.
Balkêş e ku ligel ceyrana ku li Tirkiyeyê tê hilberîn, ji ya tê xerçkirin zêde ye û ceyrana zêde tê firotin welatên din, lê pirsgirêka ceyranê nayê çareserkirin. Li gel vê pirsa "Gelo qutbûna ceyranê tenê pêkanîneke li hemberê herêmê ye?" tîne heşê mirov. Li Amedê ligel ku gelek bendav bi armanca hilberîna ceyranê hatiye çêkirin jî yek ji bajarên ji qutbûna ceyranê bêzar e. Li gorî daneyên Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) tenê ji bendavên Karakaya, Dîcle û Kralkizi di salê de 7 mîlyon û 798 hezar Gîgawatt ceyran tê hilberîn. Li Amedê di nava salekê de rêjeya ceyrana ku tê xerçkirin jî 4 mîlyon Megawatt e (Yekeya di bin Gîgawattê ye). Li gorî van daneyan ceyrana li Amedê tê hilberîn, gelek ji ya tê xerçkirin zêde ye.
'Çareseri xilaskirina GAP'ê ye'
Serokê Komîsyona Enerjiya EMO'ya Amedê Bîlal Gumuş, diyar kir ku welatî li herêmê debara xwe ji çandiniyê dikin û ji ber ku cuhokên avdanê tune ne cotkar bîr vedikin û avê bi alikariya avkêşên ku bi ceyranê dixebitin, ji bîran dikişînin. Gumuş, da zanîn ku ji ber li deştên Harran, Qoser û Bismilê avdan tên kirin, zêdetirê 10 hezar avkêş tên bikar anîn û wiha got: " Ev avkêşan zêde zêde ceyranê xerç dikin. Bi bikaranîna van avkêşan hevsengiya hewza ceyranê xirab dibe. Ev yek jî dibe sedema pêlbûna ceyranê. Ev pirsgirêk bi xilaskirina projeya GAP'ê ye. Bi vê yekê dema cuhokên avê werin çêkirin û dê pirsgirêk jî çareser bibe."
'Di binesaziyê de pirsgirêk hene'
Gumuş destnîşan kir ku ligel hilberîna ceyranê ji xerçkirinê zêdetir be jî, qutkirina ceyranê pir balkêş e û wiha axivî: " Heke di hilberînê de pirsgirêk tune be û li ser vê jî qutbûn were jiyandin, wê gavê tê wateya ku di binesaziyê de pirsgirêk heye. Yanî di belavkirinê de pirsgirêk tê jiyandin. Bi salan e ji bo binesaziya vir tu razemenî nehate veqitandin. Ji aliyê din gelê li herêmê wekî diz jî tê dîtin. Nêzîkatiyek 'Ji xwe hûn ceyrana qeçax bi kar tînin, mafê we yê xîzmet girtinê tune ye' heye. Ev nêzîkatî rê dide ku razemenî li vir neyê kirin. Tiştekê wisa nabe! Ji bo çareseriya pirsgirêkê hewceye binesazî ji nû ve were sazkirin. Li herêmê jî berpirsyariyê DEDAŞ girtiye ser xwe. Lê rayedarên DEDAŞ'ê li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, berpirsyariya xwe qebûl nake."
Gumuş, diyar kir ku li DEDAŞ'ê her sê mehan carekê ji ber sedemên siyasî midur tê guhertin û wiha got: "Ji ber ku her caran midur tên guhertin, midurên tên jî nikarin plansaziyekî demdirêj bike. Ji ber ku ev pirsgirêk di demekê kin de nayê çareserkirin. Hewceye xebatekê demdirêj heye. Gelek rayedarên DEDAŞ'ê ne endezyarên ceyranê ne jî. Ev kesan ji aliyên siyasiyan bi esasên siyasî hatine ser peywirê. Ji ber ku ji karên ceyranê fêm nakin, sazî hatiye wê astê ku nayê rêvebirin." Gumuş herî dawî da zanîn ku dê pirsgirêka ceyranê heta dawiya havînê jî were jiyandin.
DÎHA/AMED