Salih Cuma PÎR
Tayyip Erdogan ê ku desthilatdariya xwe li ser dijminatiya Kurdan û qirrkirina Kurdan ava kiriye, li Amedê got, pirsgirêka Kurd tine. Tayyip Erdogan ê ku sala 2002´yan gotî, "Hûn lê nefikirin pirsgirêka Kurd tine", niha dibêje hûn lê bifikirin jî tine. Maneya vê gotarê ew e ku mirov bibêje di nava sînorên dewleta Tirk de Kurd nînin. Erdogan li Amedê, li nava çavên mirovan nihêrî û got, Kurd tine ne.
Hîna jî fermî nasname, ziman û çanda Kurdan nehatiye qebûlkirin. Ango înkar dewam dike. Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabin. Ji bilî nermbûneke sînordar a ku ser asîmîlasyonê digire, tiştekî din nekirin û qirrkirina çandê bi awayê herî rijd tê dewamkirin. Îradeya siyasî ya Kurdan û mafê wan ê xwebirêvebirinê nayê qebûlkirin.
Hevserokên birêveberiyên cihî ên di çarçoveya destûra bingehîn de ya ku Kurdan înkar dike, hemû ji wezîfeya xwe hatin girtin û pirraniya wan hatin girtin. Parlamenterên bi dengê Kurdan hatin hilbijartin, xistin girtîgehê. Ti mafê ku nasnameyên cihê yên etnîk li deverên din ên dinyayê bi dest xistine, li nav sînorên dewleta Tirk ji bo Kurdan nehatine qebûlkirin. Li Tirkiyeya ku mafên sereke yên neteweyî yên Kurdan nehatina qebûlkirin, aşê qirrkirina çandî bi awayî herî bi lez lê digere, mirov rabe, bibêje, pirsgirêka Kurd tine, mirov dibêje Kurd nînin. Jixwe, pirsgirêka Kurd nebe, maneya wê ew e ku çareserî jî tine. Maneya vî jî ew e, gotine, qirrkirin wê dewam bike. Maneya vê jî ew e ku Kurd wê bên tinekirin. Ji ber wê jî ti hukmê hebûna Kurdan tine; ango Kurd ti nînin.
Ya rastî ji bo AKP´ê Kurd ti carî bi hebûna xwe nebûn. Piştî damezrandina xwe bi demeke kurt sala 2002´yan zêhniyeteke ku bibêje, hûn lê nefikirin pirsgirêka Kurd wê nebe, jixwe gotibû pirsgirêka Kurd tine. Sala 2005´an rabû got pirsgirêka Kurd heye, ew pirsgirêka min e jî. Sedema wê tengavbûna li hemberî pêngava gerîla ya 1´ê Hezîran sala 2004´an destpêkirî bû. Ji ber ku yan hingê esas ew bû ku desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle; li aliyê din li dijî Kurdan amadekariyên şer jî nebûn. Sala 2006´an bi gotina "Jin jî be, zarok jî be, ya pêwîst bikin" helwêsta xwe ya beramberî Kurdan nîşan dabû; pirraniya wan zarok gelek mirovên Kurd qetil kiribûn. Di bihara 2007´an de piştî krîza li ser wê yekê, ka destûra bingehîn bi kîjan hejmarê dikare bê guhertin, bi Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Buyukanit re mutabeqat kir û biryara şerê li dijî Kurdan hat dayîn. Ji hingê heta îro tevahiya polîtîkayan, polîtîkayên dewamkirina qirrkirinê û temamkirina wê ne.
Tayyip Erdogan polîtîkayên dewletê yên 95 salan diparêze. Ev jî qirrkirina Kurdan û veguherandina mekanê belavbûna neteweyîbûna Tirkan a Kurdistanê ye. Jixwe, sedema wê yekê ku dixwaze Tirkiyeyê mîna di serdema yek partiyê de bi rê ve bibe jî ew e ku dixwaze vê armanca xwe pêk bîne, wê bibe serî.
Erdogan û desthilatdariya AKP´ê ne tenê li nav sînorên Tirkiyeyê, li derveyî wan sînoran jî hebûna Kurdan qebûl nake. Dijminatiya tevahiya bûyeran dike ku hebûna Kurdan îfade dikin. Ev di dema berxwedana Kobanê de nîşan da. Di dijminatiya xwe ya li dijî Rojava de nîşan dide. Di referandûma Başûrê Kurdistanê û dagirkirina Kerkûkê de nîşan da ka çawa dijminê Kurdan e. Ev hemû ji bo ku tinekirina Kurdan tên gotin û kirin. Zêhniyeta "Kurd tine ne", kiriye ku ev hemû li wan eşkere bibin. Ma yê ku hebûna Kurdan qebûl bike, wê van bike? Ma ku hebûna Kurdan qebûl bike wê bi Kurdan re li hev bike; em dev jê berdin ku tiştên wisa bike, ew ê li wan nefikire jî. Lê dema ku rabin, bibêjin, Kurd nînin, hingê li dijî gelê Kurd her şêwaz êriş, bêbextî wê bê kirin, û her şêwaz dek û dolab wê bên gerandin. Tevahiya Kurdan jî divê vê rastiyê bibînin.
Desthilatdariya Tayyip Erdogan û AKP-MHP´ê li dijî Kurdan siyaseteke qirrkirinê bi rê ve dibe. Ev siyaseteke dewletê ye û AKP-MHP vê pêk tînin. Her kesê ku dixwaze ev siyaseta dewletê biguhere jî weke dijmin û xayin tên dîtin. Ew Kurdên ku siyasetên desthilatdariya Tayyip Erdogan û AKP´ê weke siyaseta qirrkirinê nabînin, vê tenê weke siyasetên li dijî qismek Kurdan dibînin, ew hîna di bîreweriya Kurdbûnê de negihiştine. Ew xafil in ku di bîreweriya dîrokê jî negihiştine. Jixwe, ew Kurdê di bîreweriya dîrokê negihiştî jî ew Kurd e ku serê xwe ji bo kêra qirrkirinê dirêj kiriye. Mixabin hin Kurdên ji xwe re dibêjin em rewşenbîr in, rêveberên Başûrê Kurdistanê di nava xafiliyeke wisa de ne û şîreta xafiliyeke bi vî rengî, ango serîtewandina li ber qirrkirinê jî li gelê Kurd dikin.
Lê belê, Tayyip Erdogan dijminekî wisa ye ku bi çortî û xirpanîtiya xwe tevahiya Kurdan hişyar dike û her wan bîrewer dike. Êdî serdemekê dest pê kiriye ku tê de siyaseta qirrkirinê bê rûpoş li beramberî wê jî bîreweriya berxwedanê wê bi dijwarî şerê ehv bikin. Bêguman ku wê qirrker têk biçin, Kurdên aşiqê azadiyê jî wê bi serkevin. Pirsgirêka Kurd nîne, Kurd nînin

Lê belê, Tayyip Erdogan dijminekî wisa ye ku bi çortî û xirpanîtiya xwe tevahiya Kurdan hişyar dike û her wan bîrewer dike. Êdî serdemekê dest pê kiriye ku tê de siyaseta qirrkirinê bê rûpoş li beramberî wê jî bîreweriya berxwedanê wê bi dijwarî şerê ehv bikin. Bêguman ku wê qirrker têk biçin, Kurdên aşiqê azadiyê jî wê bi serkevin.