Li Iraq û Sûriyê pêşveçûna DAÎŞ’ê hat sekinandin. Jiber rewşa stabîl a li herêmê, li qadê navneteweyî jî bêdengiyek hebû. Lê bi daxuyandina civîna di 26’ê Çileyê de ku li Moskowê bê li darxistin re him li Sûriyê û Iraqê di nava aliyên şer û him jî li qadê navdewletî di warê dîplomasiyê de livandinek li dar e. Herkes dixwaze rewşa nû ya ku pêşbikeve, bi awayekî amade pêşwazî bike.
Rewşa siyasî pirr tevgerdar e û di navenda vê tevgerê de jî Kurd hene: Hêzên rejîma Sûriyê li Hasekê êrîş dibin ser Kurdan, Îsraîl li ser axa Sûriyê fermandarekî Îranî dikuje, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) a ku xwe wek bi serê xwe tenê desthilatdarê Başûr nîşan dide li dijî xwerêxistinîkirina Kurdên Êzîdî yên Şengalî bertekên tund nîşan dide, li Bakur hêzên aşkere û yên tarî yên dewleta Tirk li Cizîra Botan her roj zarokekî Kurd dikujin û tansiyonê bilind dikin, herwiha dewleta Tirk bi destê komên hov ên mîna DAÎŞ û En-Nûsrayê li Rojava di nava dek û dolabên ku Kantona Efrînê pê bê tevlîhevkirin de ye. Li hinda van pêşketinan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşaneyên guhertina siyaseta li Sûrîyê dide û tê gotin ku Amerîka daxistina ji desthilatdariyê ya Beşar Esad êdî wek gava pêşiyê pêwîst nabîne...Helbet aktorên siyasî yên herêmî û navdewletî bi dilxwazî bo dahatûya Kurdan xwedî planekî aştiyane nîn in. Berovajî vê yekê, Kurd li dijî planên wan ên qilêr têkoşîna azadiyê û wekheviyê didin. Îro rewş çiqas guncaw be jî, avakirina jiyaneke azad li Kurdistanê dîsa wê bi têkoşîna Kurdan pêk were. Ji xwe bihêztir derketina dengê Kurdan û li qadê navdewletî bibandorbûna dîplomasiya Kurdî jî jiber têkoşîna bêhempa ya Kurdan a li her çar parçeyê welêt bi xwe ye.
Ji ber vê yekê jî di siyaseta îroyîn de xeleka jiyanî ya ku Kurd gişt pê ve bigirin; rêxistinîbûn, têkoşîn û yekîtî ye... Wexta mirov li niqaşên rojên vê dawiyê yên li ser pêşketinên li Şengalê pêk tên, dibihîse, pê şaş dimîne. Gelo kî malê kê ji kê direvîne? Kî çi ji kê diparêze? Bi taybetî jî bertekên rayedarên PDK’ê û nûçeyên çapemeniya wê mirov dixe nava xemê. Wer xuya ye ku hinek aktorên siyasî yên Kurdî hên xwe ji ferasetên demên berê rizgar nekirine û Kurdistanê tenê wek baxê bavên xwe dibînin... Bo çi PDK’ê rêxistinîbûna Kurdên Êzîdî ji xwe re wek metirsiyekê dibîne? Gelo bêrêxistinîbûnê çi anî serê xelkê me yê Êzîdî, çi zû hatiye jibîrkirin? Îro bi hezaran jinên Kurd li bazarên Mûsil û li bajarên Ereban tên firotin. Eger berê Kurd li Şengalê bi rêxistinîbûbana û xwedî rêxistineke xweparastinê bibûyana, qey ev trajedî dihate serê wan? Ma Kobanê bêyî hêzên parastinê yên xweser çawa dikanî heta îro li ber xwe bida!?.
Ji ber ku yekîtiya netewî neçariya me Kurdan giştan e, divê dijminatiya di nava siyasetên Kurdan de êdî paşde bimîne. Bona vê yekê jî êdî dilê mirov pê naçe ku bahsa reva hinekan a ji Şengalê ya ji ber DAÎŞ’ê û bi komkujiyê re rûbirûhiştina Kurdên Êzîdî jî bike. Kê Kurdên Êzîdî parast û kî bona azadkirina Şengalê têdikoşê li ber çavan e! Pirr aşkere ye, ku di helwesta tund a nerazîbûnê ya li dijî rêxistinîbûna Kurdên Êzîdî de daxwaza azadî û aramiya Şengaliyan tune ye. Bila tu kes me nexapîne; ev helwest, wekî ku tê manîpûlekirin, xwedîderketina li Kurdistanê jî qet nîn e! Ev tenê feraseta desthilatdariyê û feraseta kesên ku Kurdistanê tenê wek malê xwe dibînin e! Şengal Kurdistan e û helbet wê bi Kurdistanê ve girêdayî bimîne. Kurdistan jî ya Kurdistaniyan giştan e. Jiber vê yekê ye ku îro keç û xortên me yên ji her çar beşên welêt, pêşmerge û gerîla, bona rizgariya wê canê xwe didin. Bona ku Şengal wek parçeyekî Kurdistanê yê azad û aram bibe, pêwîst e xwedî rêxistinîbûna îdarî, siyasî, civakî, çandî û parastinê be. Kurd çiqas rêxistinî bûn wê ewqas çarenûsa xwe hilînin destê xwe û li qadê navneteweyî jî wek vîneke serbixwe mohra xwe li pêşketinan bixin. Ma mirov çima ji vê bitirse?!.