Jinên bi saetan di bin germa zêde de îsotên tûj paqij dikin û dikin salçe, kedek gelek mezin didin û bi hefteyan nikarin destê xwe bidin zarokên xwe. Jinan anîn ziman ku bi qasî tûjiya îsotê pirsgirêkên wê jî tûj e. Jinên ku di bin germa zêde û tujahiya zêde de dixebitin, hemû dest û ruyê wan diwerimin. Hin hem debara xwe dikin û hem jî çandê diparêzin. 


 RIHA