Keşeyên katolîk ên li bakurê Lehistanê, bi sedema ku “guneh” e hin pirtûk û sembolên Hîndû şewitandin. Di nav pirtûkên şewitandî de rêzepirtûkên Harry Potter jî hene.

Koma katolîkên bi navê “Heaven Foundation” li bajarê Koszalin bi dehan pirtûk û tişt şewitandin, wêneyê vê şewitandinê di ser Facebookê re belav kirin. Di vê parvekirinê de hat îdîa kirin ku naveroka wan pirtûk û tiştan “li dijî nirxên pîroz e”.

Ev çalakiya xwe bi ser SMS’yê re jî ragihand hin endamên xwe yên “oldar”, lê kesekî nerazîbûn nîşanî vê çalakiya wan da û gotina helbestvanê Elman, Heinrich Heine a wekî “Li cihê ku pirtûk bêne şewitandin, rojekê dê mirov jî bêne şewitandin” anî bîra wan.

Di nav pirtûkên şewitandî de rêzeya pirtûkên “Harry Potter” jî hebû. Nivîskara Brîtanî J.K. Rowling ev pirtûk nivîsandine, li temamê dinyayê bêhtirî 500 mîlyon nusxeyî hatine firotin, û her wiha jê film jî hatine çêkirin. Mijara pirtûkan li ser wan tiştan e ku li “Dibistana Hofwarts a Pîresêhr û Sêhrkeran” diqewimin.

 

VARŞOV