
Helbestkarê Kurd Evdila Peşêw di helbesta xwe ya “Leşkerê Winda” de dibêje “ger sibê şandeyeke biyanî were welatê min” bi armanca ji bo tacagulekî deynin cihê Leşkerê Winda û wiha dengê wî olan dide di helbestê de “li Kurdistanê/ li her bosta axê/ li her geza esman…/ xem nake, piçekî xwe bitewîne/ û tacagula xwe lê deyne.”
Şoreşa Rojava bi berdelên giran hat vê merhalê û hê jî keç û xortên ciwan ji bo siberojeke azad av didin xaka Kurdistanê. Kobanê, Efrîn, Qamişlo, Serêkaniyê bi berxwedaniyek mezin bûn cihê ewle li Rojhilata Navîn. Li ser cangoriyên Şoreşa Rojava çendîn film bên kişandin, çendîn pirtûk bên nivîsandin, çendîn wêne bên xêzkirin jî, encax dikarin bibin parçeyek ji rastiya şehîdan.
Niha jî li Serêkaniyê bi biryara Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) mamosteyên zimanê Kurdî yeko yeko mala malbatên şehîdan digerin û dixwazin wan lehengên bê nav li civaka Kurdî bi rêya xwendinê bidin nasîn.
Yek jî bajarên êşkişandî Serêkaniyê ye
Derbarê mijarê de rêveberê Peymangeha Zanistên Perwerdehî ya Şehîd Elî Şêx Dawûd a bajarê Serêkaniyê Mihemed Haco ev agahî dan: “Wekî tê zanîn di şoreşê de gelek êş hatine kişandin. Yek ji van bajarên ku xemgînî û êş dît jî bajerê Serêkaniyê ye. Di 8’ê Mijdara 2012’an de komên çete êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin, di encama van êrîşan û bersivdayîna wan de gelek şervanên me yên azadiyê gihîştin asta şehadetê.”
‘Pakrawanên Serêkaniyê’
Haco bal kişand ku wan wekî xwendevan û mamosteyên vê şoreşê ji bo bîranîna van şehîdan biryar girtin ku li ser jiyana hemû cangoriyên Serêkaniyê lêkolîn bikin û berxwedaniya wan şehîdan, bikin pirtûk.
Her wiha Haco got ku ew ê hewl bidin ku ev pirtûk bi navê ‘Pakrawanên Serêkaniyê’ bê amadekirin.
ELÎ FERHAN/SERÊKANIYÊ