Nivîsandina pirtûkan bi serê xwe hunerekî taybet e. Çi pirtûkên vegotina hunerî weke roman, pexşana mayî û helbest bin, çi jî pirtûkên vegotina agahdarkirinên şênber be, hunerekî nivîsandin û pêşkêşkirina pirtûkan heye. Em vê di nava pirtûkên dersan de jî dibînin. Li vir mesele ew e ku mirov karibe bala xwîneran bikişîne, wan konsantre bike û bihêle heta dawiyê karibin bixwînin. Ango em behsa kalîteyeke nivîsandina pirtûkê dikin ku ji naverok û qîmetê wê yê hunerî ku ji vegotinê û wêde ye. Ev pîvan ji bo pirtûkên vegotina hunerî darîçavtir in. Em mînakekê bidin, gava pirtûkeke bêhtir li ser bûyer û peywendên siyasî û rojane be, mirov dikare bi vî hunerî wê ya çêtir bide xwendin, yan jî tevî naverokeke dewlemend bike ku neyê xwendin.

Hefteya bihurî min pirtûka Kerem Schamberger û Michael Meyen a bi navê "Die Kurden: Ein Volk zwischen Unterdrueckung und Rebellion" (Kurd: Miletek di navbera tepisandin û serîrakirinê de) xwend. Tevî ku bergê pirtûkê digot, min bixwîne (zarokên bi tankeke rûxandî dilîzin, dîmenekî ecêb balkêş derxistine holê), sernivîs, bi ya min belkî ji bo kesên ne Kurd ne wisa be, lê ji bo Kurdan gelekî "klîşe" bû.

Ev pirtûka ji 235 rûpelan a ji weşanên Westend derçûyî, dîsa jî hîna di rûpelên pêşî de bi min da hiskirin ku ya li ber destê min ne pirtûkeke ravekirina bûyer û peywendên siyasî û dîrokî ya ji rêzê ye.

Weke çîrokekê, weke romanekî li ber destê me bêjerek heye ku bi rêya hemberê xwe agahiyan dide, subjektîvîzma xwe jî ya rastî bi pîvaneke maqûl dide peyivandin. Ev yek bi serê xwe dike ku pirtûk bi hêsanî bê xwendin, mîna ku mirov guh bide çîrokekê, romanekê bixwîne ku vegotina wê ne giran be. Herçî mijar e, mijar giran e, Kurdistan e, li Bakur, li Rojava, li Başûr û li Rojhilat. Bi serpêhatiyên şexsî û pisporiya pîşeyî ya Ercan Ayboga, Rosa Burç, Leyla Îmret, Kardo Bokanî, Ezgi Başaran, Ismail Kupeli, Nilufer Koç, Peter Schaber, Axek Gehring, Ulrich Beck, Reimer Heider, Nick Brauns, Dastan Jassim, Michael Knapp û gelekên din behsa aliyên kompleks ê meseleyê bi awayekî ku balê li ser xwe bihêle dike. Ango Pirtûk di warê xwedanxwendinê de serketî ye.

Lê çawa min got, ti îdîayeke mezin a objektîfbûnê nake, pirtûk. Bêjerê pirtûkê bi awayekî eşkere çepgir e û xwedî sempatî ye beramberî Tevgera Rizgariya Kurd de. Diyar e ku bi tercîha xwe ya teknîka vegotin û pêşkêşkirina bi maneya presentationê de nivîskaran xwestiye tewazûnekê di navbera agahiyên objektîf û tercîhên vegotina subjektîf de deynin ku bi ya min yek ji xurtiyên herî hêja yên pirtûkê bi xwe ne. Pirtûk bi êş û azarên qehremanên xwe re yên ku bi xwe mexdûr, şahid û pispor in, miameleyekê dike ku bibêje, ez xema we dixum. Lê li aliyê din gava ku mînak, Ezgi Başaran dibêje, rast e serê pêşî Erdogan di destpêkirina şer de gunehkar bû, lê gunehê PKK´ê jî heye, wê jî desteka xelkê weke desteka ji xwe re fêm kir, bêjerê pirtûkê dibêje, "Ev gotinên wisa maqûl xuya dikin, ji ber ku em di jiyanê de şahidiyê li wê dikin, dema ku jin û mêrek li hev nakin, û dev ji hev berdidin, sûcê herduyan heye. Lê herçî ev mesele ye, divê em lê mikur bên, heger dewleta Tirk Kurd tine nehesibandana, û zilm li wan nekirana."

Bi vî terzî ku şahid, pispor û qismî aktoran dide peyivandin û di navberê de agahiyên peywenda siyasî û dîrokî dide, û tevî vê jî bi subjektîfbûna xwe mudaxilî vegotina giştî ya pirtûkê dibe, bêjer tewazûneke zarûrî jî ava dike ji bo edaleteke giştîtir a ku li bingeha meseleyê jî vedigere: neheqiya destpêkê ku îro hîna jî lê ye; dewleta Tirk Kurdan tine dihesibîne, dixwaze wan tine bike û heta îro jî zilmê li wan dike.

Bi rastî jî di kategoriya xwe de vê pirtûkê bi zimanê Elmanî pirtûkeke ku heta îro nebû ye. Ango pêdiviyeke xwînerên elaqedarî Kurd û Kurdistanê, elaqedarî Şoreşa Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi cih tê anîn, ew dikarin bi vê pirtûkê dakevin destpêkên têgihiştina mijarê.