Komîteya Rêvebirina Dibistanan a herêma Şedadê pirtûkan li dibistanên herêma Şedadê belav dike.

KPC-Demokratîk pirtûkên dibistanên seretayî ji Komîteya Perwerdeyê ya herêma Şedadê re rêkir. Dê Komîteya Rêvebirina Dibistanan jî li dibistanên herêmê belav bike. Hevserokê Komîteya Rêvebirina Dibistanan a herêmê, Ehmed El-Xidir da zanîn ku pirtûkên merheleyên seretayî wergirtin û dê li dibistanan belav bikin.

El-Xidir hêvî kir ku hemû pêdiviyên şagirtan bi cîh bên û spasiya Desteya Perwerdeyê kir ku pirtûk ji wan re peyda kirin. 

ANHA/HESEKÊ